Li kolanên Stenbolê kesekî jiyana xwe ji dest da 2021-12-04 15:27:47   STENBOL - Welatiyê bi navê Dundar Acar ku li kolanên Stenbolê dijiya, li rawestgeha semta Tarlabaşiyê mirî hat hat dîtin.    Welatiyê ku hat hînbûn navê wî Dundar Acar e (50-55) li rawestgeha semta Tarlabaşiya navçeya Beyoglûya Stenbolê mirî hat dîtin. Kesên ku Acar dîtin agahî dan polîs û tîmên tenduristiyê. Tîmên hatin cihê bûyerê lêkolîn dan dest pê kirin. Di encama lêkolînê de hat tespîtkirin ku Acar jiyana xwe ji dest daye. Li ser Acar ê nehat zanîn ji ber çi jiyana xwe ji dest daye, 35 lîre derketin. Cenazeyê Acar ê bêkes e rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Taksîmê.