Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 271’emîn de ye 2021-12-04 12:28:26 RIHA - Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 271’emîn de berdewam dike.  Çalakiya nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku di 9’ê Adarê de li pêş Edliyeya Rihayê daye dest pê kirin, di roja 271’emîn de berdewam dike.    Malbata Şenyaşar ku ji ber dawiya heftê ye nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê didomîne, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Wekîlên kesên ku hêza desthilatê dane pişt xwe û terorê pêk tînin, wan yek bi yek direvînin derveyî welat. Li edliyeyê jî dozger ji me direvin.”