Parlementer Hunko: Destûr nayê dayîn ku biçim Îmraliyê 2021-12-04 10:29:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê Andrej Hunko diyar kir ku ji bo lêkolîna rewşa Îmraliyê wî gelek caran serî lêdaye lê rayedarên Tirkiyê serlêdana wî asteng dikin.   Ligel raporên CPT’ê û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî tecrîda li Îmraliyê bi giranî didome. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî duh biryarek da û xwest derbarê pêşketinên li Îmraliyê Tirkiye heta dawiya Îlona 2022’yan agahiyan pêşkêş bike.   Derketibû holê ku Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê li ser navê "cezayê dîsîplînê" ji 12’ê Cotmehê û şûnde cezayê hevdîtinê yê 6 mehan û cezayê hevdîtina bi malbatê ya 3 mehan li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye birîn.   Endamê Meclîsa Parlementerên Ewropayê Andrej Hunko jî derbarê tecrîda li Îmraliyê pirsên ANF’ê bersivand.   'DIVÊ TIRKIYE MEKANÎZMAYA LÊKOLÎNÊ AVA BIKE'    Parlementerê Partiya Çep a Elmanyayê Hunko diyar kir ku qedexeyên li ser hevdîtinên bi rêzdar Ocalan nayê qebûlkirin û got: “Li gorî agahiyên ku min stendine, şertên girtîgeha Îmraliyê ne li gorî Peymannameya Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Komîteya Wezîran jî diyar kir ku mekanîzmayeke lêkolînê tune û ji ber ku binpêkirin hene, divê Tirkiye derfeta mekanîzmayeke lêkolînê ava bike.”   Hunko li ser helwesta Elmanyayê ya li hemberî tecrîdê jî got: “Elmanya û endamên Konseya Ewropayê divê têkiliyên xwe yên taybet ên bi Tirkiyeyê re qut bike. Elmanya ji aliyekî ve dengê ‘Erê’ dide dengdana ku Tirkiye peymannameya Konseya Ewropayê bin pê dike û ji aliyê din ve jî hevkariyê bi Tirkiyeyê re dike.”   'AZADIYA OCALAN WÊ ÇARESERIYÊ BÎNE'    HUnko diyar kir ku ji bo lêkolîna rewşa Îmraliyê wî gelek caran serî lêdaye lê rayedarên Tirkiyê serlêdana wî asteng kirine. Hunko di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Azadiya Ocalan wê tevkariyeke mezin li çareseriya aştiyane ya şerê Kurd û Tirkan bike. Çareseriyeke wisa wê ji bo hemû aliyan baştir be.”