Li Şirnexê kesek hat girtin 2021-12-03 16:24:59   ŞIRNEX - Serokê DTP'ê yê Şirnexê yê berê Halîl Îrmez hat girtin.   Serokê DTP'ê yê Şirnexê yê berê Halîl Îrmez ku ji bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" dihat darizandin, îro danişîna doza wî li Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat lidarxistin. Heyeta dadgehê 9 sal cezayê girtîgehê li Îrmez birî û biryara girtinê da.    Piştî biryara girtinê Îrmez şandin Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê.