Li Edeneyê tecrîd hat protestokirin 2021-12-03 14:36:01   EDENE – Tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Edeneyê hat protestokirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber avahiya partiya xwe daxuyaniyek da. Rêveberên HDP'ê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Windayan re ya Akdenîzê (AYKAY-DER) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) jî beşdarî daxuyaniyê bûn.    TECRÎD BELAV BÛYE    Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Mehmet Karakiş diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li tevahiya welat belav bûye û got: "Tecrîd tenê ne pirsgirêkeke ku bi Îmraliyê û Kurdan re sînordar e. Demek dirêj e tecrîd berbelav dibe û mafê mirovan binpê dike. Têkoşîna li dijî tecrîdê, parastina demokrasî, maf û azadiyan, têkoşîn û destkeftiyên jinan e. Têkoşîna li dijî xizanî, bêkarî û koletiyê ye. Betalkirina lîstikên girtina partiya me ye. Têkoşîna li dijî tecrîdê rewa ye. Em bang li rayedar û CPT’iyê dikin ku demildest tecrîdê bi dawî bikin.”