Doza Kobanê du rojan taloq bû 2021-12-03 14:11:13   ENQERE - Di Doza Kobanê de heyeta dadgehê daxwazên parêzeran qebûl nekir û danişînê taloqî 6'ê kanûnê kir.    Danişîna 7’emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên girtin di roja 4’emîn de berdewam kir. Danişîn li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Ji ber ku daxwazên wan ên derbarê vedara danişînê de nayên qebûlkirin parêzer û siyasetmedarên tên darizandin tevlî danişînê nebûn. Ji Baroya Enqerê weke çavdêr tenê parêzerek tevlî danişînê bû.    Heyeta dadgehê, careke din daxwazên parêzeran red kir û piştî ku çend biryar girtin danişînê taloqî 6'ê kanûnê kir.