Baroya Amedê ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da 2021-12-03 12:44:28   AMED - Baroya Amedê ji bo ku biçe Girtîgeha Îmraliyê serdana Ocalan û sê girtiyên li cem wî bike serî li Wezareta Dadê da.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî Omer HayrÎ Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind bi tecrîdê tên ragirtin. 8 meh in agahî ji wan nayê wergirtin. Daxwaza hevdîtinê ya parêzer û malbatan tên astengkirin. Baroya Amedê ji bo ku biçe Girtîgeha Îmraliyê ya li Bûrsayê serdana Ocalan û her sê girtiyên din bike, serî li Wezareta Dadê da. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Ocalan dike, di 24’ê mijdarê de serî li Baroya Amedê dabû. Serlêdana Baroya Amedê ya ji bo Wezareta Dadê jî piştî serlêdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê pêk hat. Parêzeran ji Baroya Amedê xwestibû ji bo vê rewşa nezelal û agahî negirtina ji Ocalan û girtiyên ji holê rabe, dest bi hewldanan bike.    Baroya Amedê li ser vê serlêdanê ket tevgerê. Serlêdan ji aliyê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ve pêk hat. Di serlêdanê de hat gotin ji bo pêşketina hiqûqê û alîkariya vê bikin û berpirsiyariya wan heye.    ‘CIHÊKARÎ NABE WERE KIRIN’    Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku divê di qanûnan û hiqûqê de kes neyê cihêkirin û di yasayan de cihêkarî nabe were kirin. Di serlêdanê de hat gotin ji bo ku girtî dikaribin xwe bigihînin alîkariyek hiqûqî lazim e hevdîtina parêzeran pêk were.    ‘LÊKOLÎNA DI CIH DE PÊDIVIYEK E’    Nahît Eren di serlêdanê de xwest ji bo ku parêzer dikaribin biçin Ocalan û girtiyen din li cihê cih serdan bikin û rewşa wan hîn bibin divê destûra hevdîtinê were dayîn û got: “Ji bo ku şert û mercên girtiyên li Gîrtîgeha Îmraliyê ya li Giravê di cih de were tespîtkirin, em ji Wezareta Dadê wek Baroya Amedê diwazin destûr were dayîn lêkolîna pêwîst were kirin. Pêdivî bi vê yekê heye ku lêkolîn li Îmraliyê were kirin.”