Serokê Giştî yê TÎHV'ê Bakkalci: Tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin 2021-12-03 09:33:06   STENBOL - Serokê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalici, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin û dê hewldanên wan ên têkildarî tiştên li Îmraliyê diqewimin bidomin.    Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, têkildarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmralî ya Tpa F'yê de ku 8 meh in xeberê ji wan nagirin, di 25'ê Mihdarê de serî li rêxistinên hiqûqê yên neteweyî û navneteweyî û rêxistinên civaka sivîl dan. Di serlêdanan de hat xwestin ku pêşiya hevdîtinên li Îmraliyê bê vekirin û rêxistinên civaka sivîl rola xwe ya di warê mafên mirovan de bînin cî.    Yek ji van saziyên ku parêzeran serî lê da jî Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ye. Serokê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci, diyar kir ku rewşa Îmraliyê nayê qebûlkirin.    BINPÊKIRINÊN MAFAN DI ROJEVA TÎHV'Ê DE NE   Bakkalci, anî ziman ku çi ji destê wan bê dê bikin û TÎHV ji bo astengkirina îşkenceyê û tedawîkirina kesên hatine îşkencekirin heye. Bakkalci, destnîşan kir ku rewşa li Îmraliyê di gelek raporan de jî xwe daye der û got: "Rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê jî di nav de di gelek raporan de xwe daye der. Li Îmraliyê binpêkirinên mafan ên gelek mezin pêk tên. Ev rojeveke taybet a TÎHV'ê ye. Bi salan e em vê yekê bilêv dikin."    PÎVANÊN MANDELA   Bakkalci, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê girtîgeh cihê pirsgirêkên gelek mezin in. Bakkalci, anî ziman ku li gor daneyên 2005'an ên Wezareta Dadê 55 hezar girtî hene, lê niha ev hejmar bûye 294 hezar. Bakkalci got: "Girtîgeh hem pir qerebalix in, hem jî pirsgirêkine pir cuda rû didin. Gava kesek bê girtin, ji xeynî sînordarkirina azadiya kes, divê hemû mafên wî bên parastin. Ev pîvan di Pîvanên Mandela de pir zelal hatine bilêvkirin. Her wiha pîvanên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê jî hene. Li gor van pîvanan kesek bê girtin, divê ew kes di girtîgeheke nêzî malbata xwe de be. Ev yek çima girîng e? Ji lew re mafê her girtiyî heye ku pêwendiyê bi derve re deyne. Lê mixabin pratîka Tirkiyeyê bereksê vê dixebite."    TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN   Bakkalci, diyar kir ku tevî Îmraliyê li girtîgehên din jî tecrîd heye û girtîgeh veguherîne xeleka binpêkirina mafan. Bakkalci, destnîşan kir ku ji bo parastina yekpareyiya fizîkî, ruhî û civakî ya mirov divê pêwendiya wan bi derve re neyê qutkirin û got: "Gava hûn pêwendiya girtî bi derve re qut bikin, hûn di heman demê de zirarê didin yekparebûna wî ya fizîkî, ruhî û civakî jî. Lewma tecrîd nayê qebûlkirin."    CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ   Bakkalci, bal kişand ser "cezayên dîsîplînê" yên li Îmraliyê jî û got: "Li gor xala 43'yan a Pîvanên Mandela cezayê dîsîplînê divê nebe asteng ji bo hevdîtina bi malbatê re. Yanî hevdîtin esas e. Ev hevdîtin di tu şert û mercan û tawanbariyan de nayên astengkirin. Astengkirina wan binpêkirina mafan e."   'NAYÊ QEBÛLKIRIN'   Bakkalci, destnîşan kir ku li Îmraliyê astengkirina hevdîtinan nayê qebûlkirin û got: "Ev hem binpêkirina mafan e hem jî ji bo malbatan tiştekî êşbar e. Ev tê wateya cezakirina malbatan jî. Lewma tiştên diqewimin binpêkirina mafan e û nayên qebûlkirin."    ‘DÊ XEBATÊN ME BIDOMIN'   Bakkalci, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku xebatên TÎHV'ê yên ji bo Îmraliyê didomin û got: "Ji bo vê di warê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê de hin hewldanên me çêbûn. Helbet dê ev hewldanên me bidomin. A rast ev mijareke pir zelal e. Pêdivî bi hevokên dirêj tune ye. Di çarçoveya mafên mirovan de, hevdîtinên mabatan esas e. Divê bi tu hincetê neyên astengkirin. Ev pêwendî divê pêk bê. Ev mafek e."    MA / Ferhat Çelîk