ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2021'Ê 2021-12-03 09:00:02   * Nûnerê DÎSK'ê yê Amedê Hasan Eroglû, diyar kir ku sedema krîzên li welêt polîtîkayên "ewlehîparêz" in û got: "Çîna karkeran bi kedê tê terbiyekirinên." Eroglû, bang li hemû kedkaran kir ku dengê xwe bilind bikin.    *  Hakki Boltan ku di Nobeda Edaletê de ye, diyar kir ku tenduristiya kurê wî qet nebaş e û daxwaza wan a ji bo edaletê ji bo her kesî ye.    * Qeyûmê Êlihê, ji bo ronahiyên bi daran vekirine 2 milyon û 361 hezar TL xerc kiriye. Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku ji peywirê hat girtin û qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, bertek nîşanî vê îsrafê da û destnîşan kir ku ji bo rantê xweza tê texrîbkirin û pereyê gel beredayî tê xerckirin.    * Îzmîriyan diyar kirin ku berên ku dikirin di nava rojê de fiyetê wan diguhere û gotin: "Bi çûna vê îqtidarê dê meseleya aboriyê çareser bibe."   * Li Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimare 3'yan ji bo hevdîtina bi telefonê şertê "xizmê girtî bi tirkî zanibe" danîne ber girtiyan û hat ragihandin ku xwarina 5 kesan dane 20 girtiyan.    *  Serokê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin û dê hewldanên wan ên têkildarî tiştên li Îmraliyê diqewimin bidomin.   * Çîrokbêj Ayhan Erkmen, anî ziman ku ji ber ku bi dîroka kurdan hatiyê lîstin gelek tiştên hatine jibîrkirin û got: "Çîrok bibîranîna dîrokê ye."   * Çalakiya Malbata Şenyaşar wê di roja 270’emîn de berdewam bike.    * Danişîna 5'emîn a doza Îpek Er ku tecawizkar Mûsa Orhan jê tê darizandin wê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê were lidarxistin. (09.15)    * Rojnameya Yenî Yaşamê wê têkildarî salvegera 27'emîn a êrişa bombeyî ya li dijî rojnameya Ozgur Ulkeyê pêk hat li ber buroya wê ya kevn a li Kadirgaya Stenbolê daxuyanî bide çapemeniyê. (11.00)   * Komîsyona Astengdaran a HDP'ê wê li Amedê derbarê 3'yê Kanûna Pêşîn a Astengdaran a Cîhanê de li avahiya HDP'a Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)    * Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li Meydana Azadiyê ya Bakirkoya Stenbolê daxuyanî bide çapemeniyê.(11.30)   * DÎSK bi daxwaza "Bihayê herî kêm (asgarî) bila 5 hezar û 200 be" wê li ber Wezareta Ewelehiya Xebat û Civakî daxuyanî bide. (12.00)   * Malbatên girtiyan ên li Baroya Amedê dest bi Nobeda Edaletê kirin wê çalakiya xwe di roja 18'emîn de berdewam bikin. (13.00-16.00)