Endamên DÎAY-DER'ê nimêjin îna sivîl parastin 2021-12-02 16:43:25   STENBOL - Endamên DÎAY-DER'ê ku cara yekemîn derketin pêşberê dadger, diyar kirin ku nimêjin îna sivîl ne sûc in û ferq û meylê nakin navbera cenazeyan.    Bi hinceta ku nîmêha îna sivîl dane kirin û xebatên wan ên komeleyê bi angaşta "endamtiya rêxistinê" û "popagandaya rêxistinê" doz li 16 endamên Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Alimên Olî (DİAYDER) doz hatibû vekirin. Yekemîn danişîna dozê 34'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Mele Mehmet Emîn Aslan ku ji dosyeke din girtî ye û Ekrem Baran û Enver Karabey ku girtîne bi rêya SEGBÎS'ê û meleyên ku berdayî tên darizandin jî bi parêzerên xwe re tevlî danişînê bûn.    PARASTINÊN XWE NEKIRIN   Di danişînê de destpêkê Mehmet Emîn Aslan, Ekrem Baran û Enver Karabey mafê axaftinê girtin û ragihandin ku parastinên xwe amade nekirine û gotin ku wê piştre parastinên xwe bikin. Piştî her sê aliman Parêzer Serhat Çakmak mafê axaftinê girt. Çakmak, diyar kir ku dosya derbarê muwekîlên wî de di hêla usûl û şekl de kêm e û ji ber delîlên ku li dijî hiqûqê hatine komkirin pirs ji muwekîlên wî neyên kirin.    Dadgehê daxwaza Çakmak red kir.   NIMÊJIN ÎNA SIVÎL    Piştre alimên olî Yûsûf Înal, Mehmet Siddik Gulmez û Necmettin Santalû ku berdayî tên darizandin mafê axaftinê girtin û parastinên xwe kirin. Aliman nimêjê îna sivîl parastin û diyar kirin ku nimêjin îna sivîl ne sûc in û ferq û meylê nakin navbera cenazeyan. Piştî parastinên aliman Parêzer Firat Epozdemîr, mafê axaftinê girt û parastina muwekîlên xwe kir. Epozdemîr, bal kişand ser azadiya nêrînê û ji bo muwekîlên xwe daxwaza beraetê kir.     BIRYARA BI ZORÊ ANÎNA DADGEHÊ   Heyeta dadgehê daxwaza parêzer red kir û ji bo Abdûrrahman Îlkhan, Celalettîn Denîz, Enver Emîrkûlû û Nûr Mehmet jî biryar da ku bi zorê bînin dadgehê û danişînê taloqî 21'ê nîsana 2022'an kir.