Kevneşopiya Ozgur Ulkeyê didome 2021-12-02 10:39:29   STENBOL - Xebatkarê Rojnameya Ozgur Ulkeyê ku beriya 27 salan hatibû bombebarankirin rojnameger Îrfan Ûçar, diyar kir ku ew kevneşopî didome û ev tişt got: "Tovê ku wê demê hat reşandin belavî tevahiya dinyayê bû."   Rojnameya Ozgur Ulkeyê, piştî weşandina Yenî Halk Gerçegî, Yenî Ulke, Ozgur Gundem û Rojnameya Welat di 28'ê Nîsana 1994'an de dest bi weşanê kir. Piştî weşandinê gelek zext û pêkutî li dijî rojnameyê pêk hatin. Rexmî van zextên li ser xwe jî rojnameyê binpêkirinên mafan ên li Kurdistanê ji xwînerên xwe re ragihand û bi giştî 247 hejmar weşand. Ji van hejmaran 220 jê derbarê wan de biryara berhevkirinê hat dayîn.    TIŞTA HAT XWESTIN NEBÛ   Piştî ku rojname hat weşandin 239 roj şûn de di 2'ê kanûna 1994'an de li dijî buroya navendî ya rojnameyê ya Çagaloglû ya Stenbolê û buroyên wê yên Kadirga ya navçeya Fatîhê ya Stenbolê û Enqerê di heman waxtê de êrişên bombeyî pêk hatin. Di êrişan de xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û 23 xebatkarên rojnameyê û rojnameger jî birîndar bûn. Lê tişta ku hat xwestin nebûn û rojnameyê roja din bi manşet "Wê ev agair we jî bişewitîne" bersiv da êrişên li dijî xwe.    PIŞTGIRÎ DAN ROJNAMEYÊ   Piştî vê êrişa qirêj piştgiriya ji bo rojnameyê mezin bû û kesên mîna Orhan Pamûk, Ahmet Altan, Latîfe Tekîn, Mûrathan Mûngan û Lale Mansûr jî di nav de gelek ronakbir û nivîskaran piştgirî dan rojnameyê û hejmara rojnameyê ya bi manşeta "Wê ev agair we jî bişewitîne" belav kirin. Rojnameger Îrfan Ûçar ku dema bombekirina rojnameyê şefê nûçeyan bû, têkildarî wê demê axivî.    KEVNEŞOPIYA ÇAPEMENIYA AZAD   Ûçar, derbarê pêvajoya beriya êrişê û piştî êrişî de agahî dan û diyar kir ku mîrate û kevneşopiya Rojnameya Ozgur Ulkeyê hê jî berdewam dike û wiha got: "Wê demê ev rojname bi tenê bûn. Di berdila mirinê de rastiyan dinivîsand. Şert û atmosfera taybet a wê demê hebû. Ew kevneşopî îro Tirkiye jî di nav de li Rojhilata Navîn û Ewropayê bi weşanên cuda bi kelecana rojnamegerên cuda didome. Tovê wê demê hat reşandin girt û bi cûre bûye. Ew tov li tevahiya dinyayê belav bûye. Ew rih û têkoşîn hê jî didome."    MA / Mehmet Aslan