HDP dê li Stenbolê kongreyê li dar bixe: Dem dema HDP'ê ye 2021-12-02 09:42:44 STENBOL - Hevserokên HDP'ê ji bo kongreya HDP'a Stenbolê ku dê di 12'ê Kanûnê de bê lidarxistin gotin: "Dê xurtbûna kongreyê, hêvî û coşa gel a ji bo pêşerojê mezintir bike."  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, dê di 12'ê Kanûnê de bi dirûşmeya "Dem dema HDP'ê ye" Kongreya Asayî ya 4'an li dar bixe. Kongre dê li Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Beyatli bê lidarxistin. Xebatên kongreyê yên di 4'ê Cotmehê de dest pê kirin li tax û navçeyan didomin. Hevserokên HDP'a Stenbolê Erdal Avci û Elîf Bûlût, anîn ziman ku girseya HDP'ê û pêkhateyên wê xwedî wê hêzê ne ku dikarin qedera hilbijartinê diyar bikin.   SEDSALA NÛ   Hevserokê HDP'a Stenbolê Erdal Avci, destnîşan kir ku di pêvajoyeke pir nû de ne û dîroka Tirkiyeyê ber bi hilbijartineke pir girîng ve diçe.    Avci got: "Gel, kedkar, xizan, kurd û hemû derdorên nayên hesibandin di vê heyama nû de sed saliya komarê temam kirine û dê ev heyam bibe destpêka sedsala nû. Dê bibe dmeokrasî yan na? Dê bibe dîktatoriyek an na? Tirkiye sal û nîvek din dê ber bi hilbijartinê ve biçe. Rola Stenbolê wekî hilbijartinên din, dê di vê hilbijartinê de jî diyarker be. Dê rêxistina me ya Stenbolê û pêkhateyên me rola heyama bê diyar bikin."    KONGRE   Avci, got: "Coş û xwedîderketina ku bi Kongreya Asayî ya 4'an a Partiya Demokratîk a Gelan derkeve holê, ji bo pêvajoyên ji niha û pê ve xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Em tenê kongreyê li dar naxin. Her wiha di warê pêşeroja Kurdistana Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn de, ber bi vîrajeke pir girîng ve jî diçin. Di vê vîrajê de rêya pêkhatina pakêta demokrasiyê ya ku me û hêzên demokrasiyê daye ber xwe, bi awayekî xurt pêkanîna kongreyê û zeximkirina coşa rêxistinbûyîn û hêviya gel e. Lewma dê beranberiyeke civakî ya kongreya me hebe."    ‘HÊVÎ MEZIN DIBE'   Avci, destnîşan kir ku ew tevgereke gel in û hilbijêrên wan ji derdoreke xizan in û tenê rêbazeke çareserkirina van prisgirêkan heye. Avci got: "Pêdiviya me bi rêxistinbûyîneke ji binî ve û ji taxan ber bi kuçeyan ve bi tevneke rêxistinê heye. Me xebatên xwe yên di vî warî de kirin û di heman demê de pergal jî ji bo astengkirina van xebatên me, li hemberî me operasyon li dar xistin. Bi van xebatên me re li Stenbolê hêvî pir xurt dibe. Rêxistinbûyîneke pir cidî rû dide."    ‘EM LI KUÇEYAN BÛN'   Hevseroka HDP'a Stenbolê Elîf Bûlût jî anî ziman ku herî dawî di 2019'an de kongre li dar xistine û bi vê re kongreyên hemû navçeyan jî li dar xistine û got: "Me xebatên xwe li kuçeyên Stenbolê kirin. Navçeyên me hemûyan xebatên kongreyê dabûn destpêkirin û li wir têkoşîneke pir xurt derket holê. Me amadekariyên ji bo kongreya navendê jî kirin. Hêza ku li wir xwe da der, bi şewbê re dirûvê wê guherî. Lê cardin jî em li kuçeyan bûn. Çi di xebatên jinan de, çi ji bo Peymana Stenbolê, çi li dijî cinayetên jinan û çi jî di dema şewbê de, em tim li çeyan bûn. Di sala 2021'ê de jî em li kuçeyan bûn û ev têkoşîn hê jî didome."    Bûlût, destnîşan kir ku bi xebatên dikin hewl didin serdema bê bi awayekî xurtir derbas bikin û got: "Siyaset zûzûka diguhere. Em di demên dawî de dibînin ku îqtidar qels dibe. Piştî demeke dûr û dirêj em dibînin ku muxalefet rojevê diyar dike. Ji bo vê muxalefetê stratejiya HDP'ê pir girîng e. Gavên davêje pri girîng in. Girseya me êdî hîn bêtir wê hêza guherandinê hîs dike. Em amadekariyên pêvajoya bê dikin. Hem ji bo kongreyên bajaran hem jî ji bo yên navçeyan. Em bi xebatên dikin, em dizanin dê pêvajoyek zehmet be. Li pêşme hilbijartinek heye. Dê ev hilbijartin ji yên berê cudatir be. Û em çi qasî heq ji vê pêvajoyê derkevin, em ê ew qasî bihêz bibin."    Bûlût, anî ziman ku xebatên kongreyê didomin û her kes dikare ji bo rêvebiriyê xwe pêşniyar bike û got: "Ji bo kongreyeke xurt em gazî her kesî dikin."    MA / Dogan Kaynak