DNA diyar bûye, lê bi mehan e cenaze nadin 2021-12-02 09:04:38 AMED - Cenazeyê Latîfe Hamîdî ya ku encama DNA'ya wê eşkere bûye 8 meh in nayê dayîn û li goristana "bêkesan" tê rawestandin. Dayika wê Hanîfe Hamidî got: "Keça min ne bêkes e."  Di 29'ê Nîsanê de li bejahiya navçeya Licê ya Amedê endamên YJA Starê Sûna Taş, Latîfe Hamîdî, Aynûr Ûlûgana û Dîlan Sîkînsîn di şer de jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê 3 endamên YJA Starê di d,rokên cuda de radestî malbatên wan hatibûn kirin û yê Latîfe Hamîdî jî li goristana "bêkesan" hatibû definkirin. Malbata Hamîdî ya ji bajarê Ûrmiyeyê ye, çawa dibihîse Latîfe xwe ji dest daye hatiye Tirkiyeyê û ji bo DNA'yê xwîn daye. Piştî xwîndayînê bi 4 mehan encama DNA'yê eşkere bûye, lê belê vê carê jî bi hinceta "belgeyên kêm" cenaze radestî malbatê nehatiye kirin.    'KEÇA MIN NE BÊXWEDÎ YE'   Dayik Hanîfe Hamîdî ku li Urmiyeyê dijî piştî pêwendiyê bi hin malbatên ku cenazeyên xwe wernegirtine re datîne hatiye Tirkiyeyê. Hamîdî, bilêv kir ku piştî ji bo DNA'yê xwîn dane ji wan re gotine "Biçin, em ê haya we pê bixin. Ger DNA li hev derê, em ê bibêjin werin cenazeyê xwe bibin." Hamîdî, diyar kir ku bi mehan li benda encama testê mane û definkirina cenaze ya li goristana "bêkesan" qebûl nakin.    Dayik Hamîdî got: "Madem dê li goristana bêkesan defin bikirana, çima 4 mehan ev eziyet bi me dan kişandin? Hê jî em li benda bersiva wan in. KEça me ne bêkes e. Li her 4 perçeyan gelek kesên wê hene. Em dixwazin cenazeyê wê ji wir derxin. Jixwe we ew kuştiye, îja hûn doza çi dikin? Li Amed, Qamişlo, Hewlêrê yan jî Urmiyeyê hatibûna veşartin dê ne ew qasî girîng bûna. Ev bajar hemû malên me ne. Em sînorên hatine xêzkirin nas nakin. Lê ez dixwazim di vê biharê de biçim ser gora keça xwe."