Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Bila bêqanûnîtî ji holê bê rakirin 2021-12-01 19:40:43   ENQERE - Malbatên girtiyên di Girtîgeha Îmraliyê de ku têkildarî tecrîda li Îmraliyê hevdîtin bi OHD'ê re kirin gotin: "Em dixwazin ev bêqanûnîtî ji holê bê rakirin, em muxatab nabînin."    Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de hevdîtinên xwe yên li Enqereyê bi dawî kirin. Malbat herî dawî serdana Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Enqereyê kirin. Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamîn Şeker, Seroka OHD'ê ya Şaxa Enqereyê Şevîn Kaya jî di nav de gelek endamên OHD'ê tevli hevdîtinê bûnç Beriya hevdîtinê Omer Ocalan li ser navê girtiyên Îmraliyê axivî.    Ocalan, “Li Îmraliyê ji qeynî qanûnan, pîvanine din hene. Em malbat ji bo rakirina tecrîdê me xwest em têkevin nava hin hewldanan. Demek berê Wezîrê Dadê gotibû ji bo hevdîtinê tu pirsgirêk tune ne. Lê paşê bi tu awayî hevdîtin çênebûn. Em malbat û parêz her hefte ji bo hevdîtinê serlêdanan dikin, lê tu bersiv nayê dayîn. Lewma em digerin û em dixwazin ev bêqanûnîtî ji holê bê rakirin. Em tu muxatabî nabînin."   Paşê Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamîn Şeker axivî. Şeker, bibîr xistin ku qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ji zû de heye. Şeker, anî ziman ku carinan ji bo van qedexeyan wekî hincet cezayê dîsîplînê tên nîşandan û got: "Lê belê bi nebersivandina serlêdana parêzeran, diyar dibe ku tu bingeheke hiqûqî ya vê qedexeyê tune ye. Bi awayekî pêkanînên bêhiqûqî û kêfî pêk tînin û paşê hewl didin jê re bingeheke hiqûqî çêbikin. Me ev yek berê jî bi raya giştî re parve kiribû. Dê xebatên me yên di warê hiqûqî de bidomin. Me tevî rêxistinên mafên mirovan serî li Konseya Ewropayê da û dê Konseya Ewropayê sibê encama wê aşkere bike. OHD'ê berê jî tevî rêxistinên mafên mirovan serî li CPT'yê dabû. Em baş dizanin ku derî polîtîkayên dewletê hereket nakin. Lê dê israra me û têkoşîna me ya hiqûqî bidome. Dê xebatên me yên ji bo jiholêrakirina vê bêhiqûqîtiyê bidomin."    Piştî daxuyaniyan, hevdîtin bi awayekî sergirtî hat kirin û malbatan hevdîtinên xwe yên li Enqereyê bi dawî kirin.