Malbatan serdana ÎHD û TÎHV'ê kir: Tiştên li Îmraliyê diqewimin pirsgirêka her kesî ye 2021-12-01 18:25:10   ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan ku di serdana malbatên girtiyên Îmraliyê de axivî, anî ziman ku tecrîd pirsgirêka hemû gelên Tirkiyeyê ye. Serokê TÎHV'ê Metîn Bakkalci jî destnîşan kir ku divê tu mueyideyeke dîsîplînê nebe asteng li ber hevdîtina malbatan.    Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtî Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş, piştî civîna çapemeniyê ya li Meclîsê serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) kirin. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen û Serokê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci malbatên girtiyên di Îmraliyê de û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê pêşwazî kirin.    Omer Ocalan, Biraziyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, anî ziman ku xebatên her du komeleyan ji nêz ve dişopînin û her du komele jî li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgean têdikoşin. Ocalan got: "Serlêdana 4 saziyên mafên mirovan a li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo me watedar e. Gel ji nêz ve binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Îmraliyê dişopîne." Ocalan, destnîşan kir ku dixwazin pêwendiyê bi xizmên xwe re deynin û got: "Îro me serdana parlementoyê jî kir. Madem ev qanûn li Enqereyê tên çêkirin, nexwe çima ji bo hemû welatiyên Tirkiyeyê nayên pêkanîn? Mafên Birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim di qanûna piştî darbeya 1980'yî de hatiye çêkirin heye, lê ev qanûn nayên pêkanîn."    ‘EM MUXATAB NABÎNIN'   Ocalan, destnîşan kir ku li Girava Îmraliyê tecrîdeke pir mezin tê pêkanîn û got: "Em dixwazin hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin. Ev daxwaza malbatan e. Mafên wan ê telefonê, hevdîtina rû bi rû, faksê hene lê mixabin li Girava Îmraliyê tecrîdek mezin didome. Ji bo vê tu daxuyanî yanên dayîn. Hevalên me yên parêzer ji bo hevdîtinê serlêdanan dikin, lê mixabin çi erênî çi neyênî tu encamek bi dest me nakeve. Behsa hin cezayên dîsîplînê dikin. Lewma me xwest em serdana van her du saziyan bikin, me xwest em nîqaş bikin ku em ê karibin çi bikin."    Ocalan, diyar kir ku fikarên wan hene û got: "Rewşeke bêmuxatabiyê heye. Mixabin em muxatabekî nabînin. A li vira tê pêkanîn rewşeke siyasî ye. Em malbat dixwazin sûdê ji mafên xwe yên sereke yên di qanûnan de bigirin."    ‘DEMILDEST DIVÊ BÊ ÇARESERKIRIN'   Serokê THÎV'ê Metîn Bakkalci jî destnîşan kir ku pirsgirêkên li girtîgehan her diçe kûrtir dibin û ji van pirsgirêkan ên sereke tecrîd û îzolasyon in. Bakkalci got: "Ên li Îmraliyê sernavekî taybet in. Tu tişt nikare van îzolasyonên li girtîgehan rave bike. Tu hinceteke vê îzolasyona li Îmraliyê tune ye. Hevok pir zelal e: Pêwendiya bi derve re mafek e û astengkirina wê binpêkirin e. Pîvanên Mandela dibêjin, tu mueyîdeyeke dîsîplînê nikare bibe asteng li ber hevdîtina malbatan. Çareserkirina vê meseleyê bi derengî ketiye, dmeildest divê bê çareserkirin. Divê ev binpêkirin bi dawî bibin."    PIRSGIRÊKA TIRKIYEYÊ YE   Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî got: "Ên Tirkiyeyê bi rê ve dibin, bila bifikirin ku nikarin hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin. Bila empatiyê çêbikin. Ev mafê herî sereke yê mirovan e. Mafê hevdîtina bi parêzeran re heye. Fêmkirina vê îzolasyona li Îmraliy6ê ne pêkan e. Divê bang li partiyên di meclîsê de bê kirin. Ev xespkirin nayê qebûlkirin. Ger dilê me ji bo welatekî hiqûq û qanûnê esas digire hebe, divê em vê ji bo Îmraliyê jî bixwazin. Em serlêdanên tên kirin dişopînin. Van rojan jî dê Komîteya Wezîran di çarçoveya mafê hêviyê de derbarê serlêdana me de biryarekê bide. Em ê vê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin. Bi rastî jî malbat diqilqilin. Ev pirsgirêka hemû gelên Tirkiyeyê ye û divê her kes li ber vê îzolasyonê rabe."