Polîsan ji wan xwest saetên çalakiya xwe biguherînin 2021-12-01 16:28:41 AMED - Polîsan endamên malbata Karaaslan ên li ber Edliyeya Amedê lêgerîna xwe ya edaletê didomînin, derbarê îhtîmala êrîşeke gengaz de hişyar kirin û xwestin malbat her roj saetên xwe yên çalakiyê biguherînin.   Di 18'ê tîrmeha 2020'an de li gundê Kagitli yê navçeya Bismil a Amedê, sercerdevan Mahmût Karaaslan bi 5 kurê xwe re êrişî hevjîna xwe ya bi mehra olî Hamdiye Şik (61) û kurê wê Kadîr Karaaslan (26) kiribû û ew kuştibûn. Ji ber vê bûyerê doz li Karaaslan û zarokên wî hatibû vekirin û ji ber kuştina 2 kesan û hewldana kuştina 8 kesan Karaaslan û kurê xwe Sîdar Karaaslan ku ew jî mîna wî cerdevan e hatibûn girtin.   Beriya demekê derketibû holê ku sercerdevan Karaaslan û kurê xwe Sîdar Karaaslan bi 10 milyona TL bertîl hatine berdan. Li ser vê yekê zarokên Şik ên din û xizmên wê li pêş Edliyeya Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn. Ferdên malbatê îro careke din hatin ber edliyeyê   ‘BILA BÊN GIRTIN’   Ferdên malbatê yên bi zarok ve hatin ber edliyeyê, bi pankart û dowîzên di destên xwe de xwestin her du kujer careke din bên girtin.    ‘SAETÊN ÇALAKIYA XWE BIGUHERÎNIN’   Li gor agahiyên hatin bi dest xistin, polîsan ferdên malbatê ên saet di 12.00 û 13.30’an de tên li ber Edliyeya Amedê, lêgerîna xwe ya edaletê didomînin, derbarê îhtîmala êrîşeke gengaz de hişyar kirine û xwestine malbat her roj saetên xwe yên çalakiyê biguherînin.