Gelo Çetîn Kaya hatiye înfazkirin? 2021-12-01 15:58:02   STENBOL - Hat diyarkirin ku Çetîn Kaya yê hatibû angaştkirin bi hinceta li hişyariya "raweste" nesekiniyê polisa wî kuştiye, destê wî hatine kelemçekirin û gule lê hatiye barandin.   Derbarê mirina Çetîn Kaya ku li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê bi hinceta li hişyariya "raweste" nesekiniyê hatibû kuştin de angaşteke din derket holê. Hat diyarkirin ku Kaya yê di sektora sînemayê de xebitiye, ji aliyê polisan ve li erdê hatiye dirêjkirin, destê wî bi pişt ve hatiye kelemçekirin û gule berî sutiyê wî dane.    Hevalên Kaya dîmenên Kaya yên li ser Kolana Kerîm Gokay a bûyer lê pêk hatibû xwestin û ji wan re hatiye gotin ku mobbeseyên li wê herêmê naxebitin.    ŞANDIN SÊWASÊ   Lîstikvan, derhêner û hevalên Kaya cenazeyê Kaya şandin Sêwasê.