Iraqê bertek nîşanî Tirkiyeyê da: Hewl dide herêmê dagir bike 2021-12-01 15:41:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Rayedarên Iraqê bi lêv kirin ku Tirkiye bi operasyona derveyî sînor hewl dide herêmê ‘dagir bike’ û diyar kirin ku qelsiyên hikûmetê jî bûne sedem ku Tirkiye çekên qedexekirî bi kar bîne.    Operasyona Tirkiyeyê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistanê di 23’yê Nîsanê de dabû dest pê kirin, bi bikaranîna çekên kîmyewî didome. Di encama êrişên Tirkiyeyê yên bi çekên kîmyewî 33 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan û gelê li herêmê dijî jî zirar dît. Bikaranîna Tirkiyê ya çekên kîmyewî endamê berê yê Komîsyona Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Bedir El-Ziyadî û endamê Koalîsyona El-Fetih Saad El-Sadî anîn rojevê    ‘TIRKIYE HEWL DIDE HERÊMÊ DAGIR BIKE’   El Ziyadî, bang li Herêma Kurdistanê kir ku rewşa li herêmê bişopîne û binpêkirinên Tirkiyeyê bişopîne. Ez Ziyadî, bi lêv kir ku Tirkiye hewl dide herêmê “dagir” bike û wiha got: “Ji ber helwesta qels a hikûmetê tirkiye hewl dide hin bajarên Bakurê Iraqê dagir bike.”    QELSIYÊN HIKUMETÊ   Endamê Koalîsyona El Fetîh Saas El-Saadî jî wiha got: “Divê Hikumeta Iraqê mudaxileyî êrişên ser bakûrê Irakê bike û operasyonên eskerî yên Tirkiyeyê bisekinîne.” Saadî diyar kir ku qelsiyên hikûmetê jî bûne sedem ku Tirkiye çekên qedexekirî bi kar bîne.