Li Meclîsê banga Îmraliyê: Bila mafên wî yên hiqûqî pêk bên 2021-12-01 14:48:20   ENQERE - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê li Meclîsê banga “Em ji jiyana wan bi fikar in, bila dawî li vê bêhiqûqiyê û keyfiyetiyê bê kirin” kir.    Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de dimînin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xistin. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar, xwişka Veysî Aktaş Sabîha Aslan û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Faîk Erol û Serbay Koklu tevlî civînê bûn.     KETINA MECLÎSÊ ASTENG KIRIN   Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku malbat di ketina Meclîsê de hatine astengkirin û bi gotinên “Ji bo xwe bigihîne vê derê em ji dehan bendan derbas bûn. Tevî hevalên xwe em dixwazin raya giştî agahdar bikin. Mixabin bi rengekî bêûsil pêşî li me hate birîn û hate xwestin ku mêvanên parlamenteran bêne astengkirin. Ya li meclîsê hate kirin ev e, gelo li derveyî meclîsê çi li gel tê kirin” bertek nîşanî astengkirinê da.    JI ÎMRALIYÊ AGAHÎ NAYÊN GIRTIN   Ocalan li ser navê malbatan axivî û wiha got: “Ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve em bi tu awayî nikarin agahiyê ji Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê têne hiştin, bigirin. Birêz Ocalan herî dawî 25’ê Adarê de bi telefonê axivî bû. Wê demê axaftina bi telefonê ya bi Birêz Ocalan re ji ber sedemeke ku em nizanin hatibû qutkirin. Axaftina bi Birêz Yildirim re jî gelekî kurt pek hat û girtiyên din ji bo tecrîdê şermezar bikin bi telefonê neaxivîn, lewma pêwendî bi wan re nehate kirin. Birêz Ocalan di vê axaftina kurt de ragihandibû ku şert û mercên heyî yên tecrîdê nayên qebûlkirin, li dijî vê rewşa li dijî hiqûqê dixwaze ku mafê xwe yê hevdîtina bi parêzeran re bi kar bîne û qanûn bi cih bên anîn.”   Omer Ocalan destnîşan kir ku qutbûna pêwendiyên xizmên wan li Îmraliyê, tirs û fikarên wan ên li ser jiyana wan zêde kirine.   ‘EM JI JIYANA WAN BI FIKAR IN’   Omer Ocalan axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Birêz Ocalan her cara ku firsend dît ji bo aştiyê û çareseriya demokratîk hewl da. Ji ber vê yekê jî tecrîd di heman demê de tecrîda li ser derfeta aştiyê û çareseriya demokratîk e. Ligel vê yekê em dibînin ku bêhiqûqî û kêfiyeta li Îmraliyê tê kirin li tevahiya welêt çawa belav dibe. Bi navê malatên girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê em ji rewşa xizmên xwe yên ku nikarin agahiyê ji wan wergirin bi fikar in. Em ji jiyana wan bi fikar in. Em dixwazin ku dawî li bêhiqûqiya li girtîgeha Îmraliyê bê anîn û mafên hiqûqî yên xizmên me bêne dayin. Em bang li saziyên erkdar dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û li raya giştî jî bang hestiyariyê dikin.”