Nobeta Edaletê di roja 16’emîn de ye 2021-12-01 13:21:12 AMED - Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin, li Baroya Amedê dan destpêkirin, di roja 16'an de berdewam dike.  Malbatên girtiyan, bi daxwaza ku girtiyên nexweş, girtiyên înfazê wan hatine şewitandin, girtiyên nayên berdan bên berdan û ji bo binpêkirinên mafan bi dawî bibin li Baroya Amedê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta malbatan di roja 16’an de berdewam dike. Serokê Şaxa Sendîkaya Karên Xizmetên Giştî ya Tirkiyeyê (Genel Îş) a Amedê Kamûran Taş û rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê piştgirî dan nobetê.