Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ya Ji Bo Hilbijartina Adilane hat damezrandin 2021-12-01 13:11:39 ENQERE - Platforma Ewlekariya Hilbijartinê ya Ji Bo Hilbijartina Adil, ji bo tedbîrên pêwîst ên hilbijartineke adil bên girtin, avakirina xwe ragihand.   Li Enqereyê Platforma Ewlekariya Hilbijartinê ya ji bo Hilbijartina Adil, ji bo tedbîrên pêwîst ên hilbijartineke adil bên girtin, bi civînek çapameniyê ya li Sehneya Yilmaz Guney avakirina xwe ragihand.   Nûner û rêveberên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Nûnerê Herêma Anatoliya Navîn, Federasyona Elewî Bektaşî, Weqfa Demokrasiya Civakî (SODEV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Mafên Sivîl. , Komeleya Xwendekarên ODTU’yê, Yekîtiya ji bo Demokrasiyê (DÎB), Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat (DGD), Platforma Maf û Edaletê, Koma Diyaloga Misilmanên Antî Kapîtalîst, Înîsiyatîfa Welatiyan a Li Dijî Sûcê Fikirê beşdarî civînê bûn.   JI BO HILBIJARTINEK ADILANE    Sekretera Malî ya KESK'ê Gonûl Kural Şîmşek a ku di civînê de axivî û diyar kir ku ev demeke dirêj e li welêt ji bo hilbijartin di rewşeke rewa de pêk were mudaxele tê kirin. Şîmşek bi bîr xist ku di pêvajoya referandûma 2017’an de pêkanînên neadil û neqanûnî hatin qewimîn û wiha got: “Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) erêkirina dengên bêmohr, nebawerî û betalkirina hilbijartinên Stenbolê yên di 31’ê Adara 2019’an de ji aliyê YSK’ê ve hat rojevê.”    Şîmşek diyar kir ku desthilatdarî hêza xwe winda kiriye û ji bo desthilatdariya xwe bidomîne di qanûna hilbijartinê û yasaya partiyên siyasî de guhertin anîne rojevê. Şîmşek anî ziman ku ev hemû nîqaş îşaretên mudaxileya muhtemel a hilbijartinan û pirsgirêkên ewlekariya hilbijartinê ne û got: “Di hilbijartinên pêş de ji bo hilbijartineke adilane tedbîrên pêwîst bên girtin. Bi tecrubeyên Platforma Hilbijartina Adil, ji bo vê pêvajoyê Platforma Ewlekariya Hilbijartinê ya ji bo Hilbijartina Adil hat avakirin. Em îro li hev kom bûne ku vê avabûnê ragihînin."