Malbata Şenyaşar: Heta hesab neyê pirsîn wê helalbûn çênebe 2021-12-01 12:57:10   RIHA - Malbat Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, diyar kir ku heta hesab neyê pirsîn wê helalbûn çênebe.    Çalakiya Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 268'an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ku hevjinê wê û 2 kurên wê di 14'ê hezîrana 2018'an de ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin û kurê xwe Ferît Şenyaşar, ji mala xwe ya Pirsûsê hatin ber Edliyeyê û bi dovîza "Em tenê edaletê dixwazin" li “Kuncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” dest bi nobeta xwe kirin. Malbat, ji kesên tên edliyeyê û parêzeran re komkujî û têkoşîna xwe ya edaletê vedibeje.   Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya sanal jî bi etîketkirina Komîsyona Lêkolînkirina Mafê Mirovan a Meclisê ev parvekirin kir: "Wê rojek teqez edalet bê erdnîgariya me. Kujer li derve digerin. Heta ku hesabê rojên dayikek ku 9 meh in li ber deriyê edliyeyê di bin zilmê de derbas dibin û kurê wê yê 3 sal û 5 meh in di hucreya yekkesî de tê girtin neyê pirsîn, wê helalbûn çênebe."