Berxwedana Sûrê ya li dijî ‘Plana Hilweşandinê’ 2021-12-01 11:37:25   AMED - Kurdên li Sûr û navendên din ên ku bi şerê bi "Plana  Hilweşandinê” yê îqtidara AKP'ê re rûbirû man di daxwazên xwe yên nasname û statûyê de israr dikin.   Tirkiyeya ku 19 sal in ji aliyê îqtidara AKP’ê ve tê birêvebirin, tevî hemû hewldanan jî di nava krîzeke siyasî, aborî, civakî û îdarî de ye ku roj bi roj mezin dibe û kûr dibe. AKP ya ku Sîstema Serokatiyê ya ku ji bo pirsgirêkên kronîk ên li welat weke çareseriyeke lezgîn û bi bandor ambalaj kir, bi heman çarenûsa hikûmetên berê re rûbirû maye, ji ber ku sîstem bi xwe vediguhere gloka pirsgirêkan û dibe qeyranek “rejîma dîktatorî.” Destpêka vê heta vê dawiyê her tim li dijî kurdan şer hat kirin.    PLANA HILWEŞANDINÊ   Piştî çalakiyên Kobanê yên di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de "Plana Hilweşînê" di Civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya di 30'ê Cotmeha 2014'an de hat amadekirin, bi vê yekê hewl tê dayîn ji bo qirkirina li hemberî siyaseta kurd tê kirin rewa bikin. Ev plana veşartî ya ku di kulmekê de hatibû veşartin, dema ku AKP di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de ku di bin gefên partiya desthilatdar û dengê bombeyan de pêk hat de desthilatdariya xwe winda kir û bi tena serê xwe bibe desthilatdar, yekser kete meriyetê. li orta Diyarbekirê diteqe. Li ber çavê AKP’ê dewlet di 24’ê Tîrmehê de vegeriya polîtîkayên ewlekariyê.   RAGIHANDINA ‘XWERÊVEBERIYÊ’    Zordestî û tundiya ku hat kirin, gelê kurd ji daxwaza statûyê dûr nexist, ji bilî eşkerekirina wê rêyek din jî nehişt. Navenda bajarê Şirnex û navçeyên wê Silopiya û Cizîrê, li navçeya Nisêbîna Mêrdînê, li navçeya Gevera Colemêrgê, li navçeyên Gimgim û Kopê yên Mûşê, li navçeya Artemêtanê ya Wanê, li navçeya Bazîdê ya Agirî, li navçeyên Sûr, Farqîn û Licê yên Amedê û gelek navendên din ên wekî Êlih û Bedlîsê daxuyanî hatin dayîn û ji aliyê Meclîsên Gel ên li wan navendan ve “xwerêveberî” hatin ragihandin.    Qedexeya derketina kolanan a li hemberî bajarên xwerêveberiyê ku pêşî li Gimgimê di 16’ê Tebaxê de hat sepandin, pişt re li 11 bajar û 45 navçeyên herêmê bênavber 252 roj qedexeya derketina derve ya bêdem û bêdorveger hat ragihandin û veguherî polîtîkayên êrişê û vê yekê şer jî bi xwe re anî. Yek ji cihê herî zêde şerê dijwar lê qewimî navçeya Sûrê ya Amedê ku bi 240 rojan qedexeya derketina derve ya herî dirêj a cîhanê lê hatibû ragihandin.    ‘DAXWAZA XWERÊVEBIRINÊ’    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Amedê di "Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan" a 9 mehên destpêkê yên sala 2015'an de bi gotina “Em dixwazin xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin” sedema daxwaza rêveberiya xweser a Meclîsa Gel a Sûrê vedibêje û behsa binpêkirinên li navçeyê hatine kirin dike.    Hevşaredarên Sûrê yên wê demê Seyîd Narîn û Fatma Şik Barût ji ber ku eşdarî daxuyaniya “xwerêvebirinê” bûn di 19’ê tebaxa 2015’an de hatin binçavkirin û bi îdiaya ku “yekîtî û tevahiya dewletê xera kirine” hatin girtin. Ciwan û xelkê navçeyê ji bo xwedî li îradeya xwe derkevin, di meha îlonê de li hin taxan xendek kolan û barîkatan çêkirin.   SIYASETA QEDEXEYAN Û TUNEKIRINÊ   Li Sûrê di navbera 6'ê Îlon û 30'ê Mijdara 2015'an de bi giştî 4 caran 9 rojan qedexeya derketina derve li 15 tax û kolenekê hatibû ragihandin. Qedexeya çaremîn a bi kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku di 28'ê Mijdarê de li ber Minareya Çar Ling pêk hat hat îlankirin û 2 rojan dewam kir.   Qedexeya 5’emîn a ku di 2’ê Kanûna 2015’an de hatibû îlankirin taxên Cevatpaşa, Hasirli, Dabanoglû, Savaş, Cemal Yilmaz û Fatîh Paşa girtibûn. Piştî qedexeya 17 saetan a 10’ê Kanûnê ya ji bo tehliyekirina sivîlan a li van taxan hate rawestandin, qedexeya 6’emîn a ku di 11’ê Kanûnê de dest pê kiribû, heta 29’ê Tîrmeha 2016’an dewam kir û gihişt 240 rojan.    Dewletê di bin navê “Bayrak-12 Operasyonu” de operasyon bi rê ve bir û di 9’ê adara 2016’an de bi dawî kir. Di 104 rojên qedexeyan de şerên dijwar qewimîbû û ciwanên kurd jî berxwedanek bêhempa nîşan dabûn.    Li gorî daneyên Serfermandariya Giştî li Sûrê 53 leşker, 2 jê serleşker û cerdevan, 17 polîs û cerdevanek, bi giştî 71 polîs, leşker û cerdevan jiyana xwe ji dest dane. 392 leşker, 128 polîs û 3 cerdevan bi giştî 523 kes birîndar bûne.    Tevî ku navçeya sûrên Amedê di lîsteya UNESCO de bû jî di encama şer de li 6 taxan 22 hezar û 323 însan ji cihê xwe bûn. Her wiha li van taxan bi sedan mal û mekanên dîrokî hatin tunekirin. Bi vî awayî hat xwestin ku navçeya Sûrê ya xwedî dîroka bi hezarê salan bêbîr (bêhafize) were hiştin.    Piştî vê hilweşandinê li van taxan malên nû ji aliyê TOKÎ ve hatin çêkirin û tê gotin li gorî ruhê mîmarî û dîroka Sûrê hatiye çêkirin. Ev malên hatine çêkirin dişibin girtîgehan.    KURDAN DEV JI DAXWAZÊN XWE BERNEDA    Lê her çiqas şer bû sedema mirin, birîndarkirin û wêraniyên mezin jî, ne Sûr û ne jî bajarên Cizîr, Nisêbîn û Geverê yên bi heman rengî ji aliyê dewletê ve hatin xerakirin, dev ji daxwazên xwe yên nasname û azadiyê bernedan. Kurdên ku di sedsala nû de qebûl nedikirin ku weke kole bijîn, tevî operasyonên qirkirina siyasî yên bi şer û pevçûnan re, di hilbijartinên salên pişt re de jî dudilî nebûn ku di tercîhên xwe de eşkere û bi israr bûn. Tevî desteserkirina îradeya gel a bi rêya qeyûman jî gelê kurd kêliyêk dest ji daxwazên xwe rewa bernedaye.