Xizmên girtiyên li Îmraliyê wê li Enqerê dest bi hevdîtinan bikin 2021-12-01 11:13:05 EQNERE - Malbatên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku agahî ji wan nagirin dê li Enqerê hin hevdîtin pêk bînin.  Malbatên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di şertê tecrîdê de tên girtin û ev demeke dirêj e agahî ji wan nagirin, dê li Enqerê hin hevdîtin bikin. Wê malbat derbarê qedexeyên hevdîtinê de serdena Koma Meclisê ya HDP'ê bikin. Wê malbat bi Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan re li meclisê civîna çapameniyê li dar bixin.    SERDANA OHD Û ÎHD'Ê BIKIN   Piştî serdanên xwe yên li meclisê wê saet di 14.00'an de serdan Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bikin. Wê malbat li vir daxwazên xwe û pêkanînên li Îmraliyê ji rayedarên ÎHD'ê re ragihînin. Piştre jî wê malbat saet di 15.30'an de serdana Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (ÔHD) bikin.    QEDEXEYÊN NÛ YÊN HEVDÎTINÊ   Parêzerên Buroya Asrinê, ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin hefteya borî serî li meclis, Wezareta Edaletê, rêveberiya girtîgehê û hin rêxistinên sivîl dabûn. Di vê çaroveyê de parêzeran di 22'ê mijdarê de bi daxwaza "hevdîtina lezgîn" serî li Dadgeha Ceza ya Bûrsayê jî dabûn. Dadgeriyê, serlêdana parêzeran red kiribû û weke hincet jî cezayê ku di 12'ê cotmehê de ji bo 6 mehan li Ocalan hatibû birîn nîşan dabû. Dadgeriyê, ji bo serlêdana hevdîtinê ya malbatan jî qedexeya hevdîtinê ya di 18'ê tebaxê de ya ji bo 3 mehan hincet nîşan da. Lê dadgeriyê derbarê hinceta qedexeyan de tu agahî neda parêzeran.