Danişîna Araç taloq bû 2021-11-30 14:24:08   ANTALYA - Danişîna doza ku derbarê mirina Mûrat Araç de li 2 polisan hatibû vekirin, taloq bû.    Mûrat Araç (19) ku li navçeya Gazîpaşa ya Antalyayê hatibû binçavkirin, di 14'ê kanûna 2017'an de hatibû angaştkirin ku întihar kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Ji ber mirina Araç derbarê alîkarê qomser Y.D. û polisê bi navê Û.Y. de bi sûcdariya "peywira xwe xerab bi kar anîne" doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Gaîpaşayê hat dîtin. Ji ber ragihandina hincetê ya parêzer Ahmet Ozmen danişînê taloqî 22'ê adarê hat kirin.     ÇI BÛBÛ?   Mûrat Araç ku lêgerîna wî hebû di 14'ê kanûna 2017'an de li navçeya Gazîpaşa ya Antalyayê di kontrola rê de hatibû binçavkirin. Piştî binçavkirinê hatibû angaştkirin ku Araç li Miduriyeta Polisan a Gazîpaşê xwe ji qata 3'an ketiye û jiyana xwe ji dest daye. Serdozgeriya Komarê ya Gazîpaşayê, piştî 3 salan lêpirsîna xwe ya derbarê mirina Araç de temam kir û dozname amade kir.    Di doznameyê de bi sûcdariya  "peywira xwe xerab bi kar anîne" ji alîkarê qomser Y.D. û polisê bi navê Û.Y. ku kirariyên binçavkirin Araç kiribûn re ji 6 mehan heta 2 salan ceza hatibû xwestin.