Dadger xwest girtî heqê wergêra kurdî bide! 2021-11-30 14:08:43   ENQERE - Serokê dadgehê ji Sîmanûr Pamuk ku daxwaza wergêrê kurd kiribû, got eger di encama dadgehê de sûcdar bê dîtin dê mesrefa wergêr ji te were girtin.   Yekemîn danişîna doza derbarê Sîmanûr Pamuk a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye bi hinceta ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Pamuk û parêzera wê Çîgdem Kozan li eywana dadgehê amade bûn.    Parêzer Çîgdem Kozan di danişînê de mafê axaftinê girt û diyar kir ku Pamuk dê parastina bi kurdî bike, ji ber vê yekê wan ji bo dosyayê tercuman xwestiye. Pamuk ku pişt re mafê axaftinê girt, diyar kir ku ew pir kêm bi tirkî zane û ew dixwaze parastina xwe bi kurdî ku zimanê wê yê dayikê ye bike.    MESREFÊN WERGÊR    Serokê dadgehê ku piştî Pamuk biryar da ku "Şahid di axaftina bi bersûc re bi rehetî bi tirkî axiviye û ger tercumanek were gotin, eger di dawiya dozê de sûcdar bê dîtin dê lêçûnên ku bên kirin ji wê bê girtin.” Pamuk li dijî vê biryarê îtîraz kir û diyar kir ku rewşa wî ya aborî nîne û dixwaze bi zimanê xwe yê dayikê parastina xwe bike.    JI BER WERGÊR NEBÛ TALOQ BÛ    Dadgehê biryara xwe ya navberê eşkere kir û biryar da ku xalên ku kêm in werin temamkirin û di danişîna pêş de jî wergêr amade bibe. Rûniştinek din taloqî 15'ê adarê hat kirin.