Nobeta Edaletê di roja 15’emîn de ye 2021-11-30 13:53:02 AMED - Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin, a li Baroya Amedê dan destpêkirin, di roja 15'an de berdewam dike.    Malbatên girtiyan, bi daxwaza ku girtiyên nexweş, girtiyên înfazê wan hatine şewitandin, girtiyên nayên berdan bên berdan û ji bo binpêkirinên mafan bi dawî bibin li Baroya Amedê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta malbatan di roja 15’an de berdewam dike. Keça Abdulhalîm Kirtay ku li Girtîgeya Tîpa T a Şakranê ya Îzmîrê 30 sal in girtî ye Herdem Merwanî 3 roj bûn ji bo tedawîkirina girtiyên nexweş di greva birçîbûnê de bû. Merwanî, greva xwe ya birçîbûnê bi dawî kir û tevlî Nobeta Edaletê bû.