Qedexeyên li Geverê 2 hezar û 16 roj in didomin 2021-11-30 09:08:57 COLEMÊRG - Li Colemêrgê qedexekirina çalakiyan ku 15 rojan carekê tê rojanekirin, 2 hezar û 16 roj in didome. Hevserokê HDP'ê yê Geverê Şoreş Dîrî, li dijî qedexeyê ji bo têkoşîneke hevpar bang kir.  Li Colemêrgê û navçeyên wê ji 26'ê Gulana 2016'an heya niha "qedexeya çalakiyan" didome. Ev qedexeya ji bo AKP û alîgirên wê ne derbasdar, tenê ji bo muxalifan tê pêkanîn. Her wiha li Geverê ji xeynî vê qedexeya ku 15 rojan carekê tê rojanekirin, kuçe û kolan ji wesayîtên zirxî xalî nabin. Avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Geverê bi wesayîtên zirxî yên polîsan hatiye dorpêçkirin.    Hevserokê HDP'ê yê Geverê Parêzer Şoreş Dîrî, destnîşan kir ku ev polîtîkayeke çavtirsandinê ye.    DORPÊÇKIRINA HDP'Ê   Dîrî, diyar kir ku tu hêleke hiqûqî ya biryarên walîtiyê tune ne û got: "Hemû çalakiyên partiya me tên qedexekirin û mirovên tên partiya me bi dorpêça polîsan re rû bi rû dimînin. Li hemberî me ev tişt tên pêkanîn û kolana herî qerebalix Kolana Îpekyolûyê jî ji aliyên polîsan ve hatiye girtin û destûra meşa 15'ê Tîrmehê hatiye danîn. Her wiha rêvebirên Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TIGVA) ku heta qirikê di nav sûc, rant û gendeliyê de ne, li mizgeftan daxuyaniyan didin. Dayikên Şemiyê ku doz aedaletê dikin nikarin daxuyaniyekê bidin, lê kesên ku bi otobêsan ji bajarên din anîne, li ber avahiya partiya me daxuyaniyê didin. Em dixwazin rojek berî rojekê ev dijberî ji holê bê rakirin."    ‘EM Ê NEHÊLIN'   Dîrî, bilêv kir ku li gel ev qas polîtîkayên çewisandin û çavtirsandinê yên li heberî HDP'ê jî, tim di nav gel de ne û dê ev zext û çewisandin nikaribin wan bitepisînin. Dîrî got: "Bila gelê Geverê dilrihet be, îqtidar çi bike jî em ê netirsin û em ê heya dawiyê bitêkoşin. Tevî ev qas zextan jî gel bi HDP'ê re ye û helwesta xwe nîşan dide. Em ê nehêlin ku AKP dîwarê tirsê di navbera HDP û gel de ava bike. Hikûmetên din çawa çûn ser sergoyê dîrokê, dê AKP jî û qedexeyên wê jî biçin ser sergo."    ‘DÊ HESAB BIDIN'   Dîrî, diyar kir ku demildest divê ev qedexeyên zêdetir du hezar rojin didomin bi dawî bibin û got: "Divê kesên vê biryarê didin û îmzeyê datînin bin biryarên dijhiqûqî yên AKP'ê baş zanibin ku, dê AKP biçe. Lewma bes îmzeyê deynin bin vê bêhiqûqîtiyê. Gava hikûmeta AKP'ê biçe, dê hemû kesên îmze danîne bin vê bêhiqûqîtiyê hesab bibin. Dê hemû jî li bara hiqûqê hesab bidin."    HELWESTEKE HEVPAR   Dîrî, ji bo rakirina qedexeyan bang kir û got: "Rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û odeyên pîşeyan divê ji bo vê xwedî helwesteke hevpar bin. Ev mijar, mijareke di ser partiyan re ye û hemû bajêr eleqedar dike. Li dijî van pêkanînên dijhiqûqî çi hewce be divê bê kirin."