Li parqeke Uskudarê cenazeyê polisek hat dîtin 2021-11-29 11:37:53   STENBOL - Li parqeke perava navçeya Uskudarê cenazeyê polisekî li Miduriyeta Polisan a Şîleyê peywirdar hat dîtin. Hat angaştkirin ku polis întiar kiriye.     Li  parqeke perava Haremê ya navçeya Uskudarê ya Stenbolê, di saetên şevê de cenazeyê polisek hat dîtin. Li gorî agahiyan, polisê ku cenazeyê wî hatiye dîtin navê wê H.S. ye, bi guleyê hatiye kuştin û li Miduriyeta Polisan a Navçeya Şîleyê peywirdar e. Piştî lêkolînên ku li cihê bûyerê hatin kirin hat angaştkirin ku polis întîhar kiriye. Cenazeyê polis rakirina Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê.