Zeytûn: Tecrîda li Îmraliyê krîza mafê mirovan e 2021-11-29 09:28:37   AMED - Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytûn diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê veguheriye krîza mafên mirovan û divê tecrîd bi peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye jî alîgirê wan e, bi cih bînin.   Serlêdanên parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind di bin tecrîdeke giran de tê girtin, yan tên redkirin yan jî bêbersiv tên hiştin. Parêzerên ku ji bo miwekîlên xwe yên 8 meh in xebera wan jê tune ye serî li Dadgeriya Înfazê û Wezareta Dadê, saziyên girêdayî Wezaretê, Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê dan û li gelek saziyên sivîl ên neteweyî û navneteweyî dan. Parêzeran her wiha serî li rêxistinên ku di nav wan de Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî heye dan û xwestin bi lezgînî li Îmraliyê lêkolîn were kirin.    ‘TU BINGEHEK HIQÛQÊ NÎNE’    Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytûn serlêdanên parêzeran nirxand û diyar kir ku Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi pêkanîneke ku tu bingeheke hiqûqî nîne re rûbirû ne. Zeytûn diyar kir ku hem li pêşiya bikaranîna mafên wan ên bingehîn ên qanûnî û hem jî li pêşiya mafê agahdarbûna ji mafên jiyanê re astengî heye û got: “Em diyar dikin ku hemû astengiyên di vî warî de derqanûnî ne û em ê jî berdewam bikin. Em weke saziyeke mafparêz di vê baweriyê de ne ku di vî warî de hemû mafên hemû girtiyan ku di Qanûna Înfazê û Destûra Bingehîn de cih girtine, bê cudahî bên parastin. Ji bo vê jî divê birêz Ocalan û hemû girtiyên din hemû mafên xwe bi kar bînin.”   DIVÊ WEZARETA DADÊ BIBE BERSIV’    Zeytun diyar kir ku ev nêzî 8 mehin tu agahî ji Ocalan nayê girtin û wiha got: “Wekî ku parêzerên Ocalan di serlêdanên xwe yên ji bo saziyên mafê mirovan ku saziya me jî di nav de ye, diyar kirine pêwîste fikarên wan ên bingehîn ên tenduristiyê û hwd. ji holê werin rakirin. Divê Wezareta Dadê di vî warî de bersivê bide serlêdan û bendewariyên hem parêzer hem jî malbatan. Her wiha pêwîste bi heyeteke wekîl û rêxistinên mafên mirovan ên li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê re biçin Girtîgeha Îmraliyê, bi girtiyan re hevdîtinê pêk bînin û rewşa heyî bibînin. Pêwîste daxwazên di vê mijarê de hem li ser asta Wezareta Dadê û hem jî li ser asta parlamentoyê bên bicihanîn.”    ‘KRÎZA MAFÊ MIROVAN DIQEWIME’    Zeytun saziyên neteweyî û navneteweyî li dijî tecrîdê helwesteke aktîf nagirin rexne kir û wiha got: “Mixabin wekî mînaka bêserûberiya ku berdewam dike, hem di mijara tecrîdê de hem jî rojeva ‘mafê hêviyê’ me pirsgirêkên neteweyî û navneteweyî pêşkêş kirin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 30'ê Mijdarê de û di rewşeke wisa de ye ku mekanîzmayên navneteweyî ne pir bi bandor in. Di vê çarçoveyê de cîbicîkirina biryaran jî divê weke nîşaneya krîza hiqûqî û mafên mirovan bê nirxandin. Her 4 dosyayên li pêşberî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, dosyayên ku ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve Tirkiyeyê binpê dikin. Pêkanîna van biryarên binpêkirinê bêguman pratîkeke siyasî ye ku bê bingeheke yasayî ye.”    ‘DIVÊL I GORÎ PEYMANAN TEVBIGERIN’    Zeytun bal kişand ser wê yekê ku komîte dikare li ser serlêdana ku dê wekî pêşnumayekê were dîtin biryarê bide û got: “Me hewl da ku di bersiva metna ku weke navendê pêşkêşî me kiriye de vê yekê bînin ziman. Daxwaza me; Daxwaza komîteyê ji Tirkiyeyê ku van biryaran li gorî hiqûqa DMME û mîsyona ku komîteyê di warê karkirinê de ji wê re kiriye, bi cih bîne. Em wisa difikirin ku dê biryarek wiha derkeve." Zeytûn bi bîr xist ku ji ber ku Tirkiye alîgirê peymanên navneteweyî ye, neçar e hem bi biryarên meclîsê hem jî lijneyê bi cih bîne.   MA / Eylem Akdag