Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Nagihin armanca xwe 2021-11-28 15:15:07   STENBOL - Hevserokên ANYAKAY-DER’ê bertek nîşanî serdegirtina komeleya xwe û binçavkirinan dan û diyar kirin ku polîtîkayên mehandina ku xistin meriyetê wê negihin armanca xwe.    Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê daye dest pê kirin dİ 25’ê mijdarê de di saetên şevê de polisan bi ser avahiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Xizmên xwe Winda Kirine ya Anatoliyê (ANYAKAY-DER) de girtibû û endamên û rêveberên wê binçav kiribûn. 11 kesên ku polîsan birine Miduriyeta Polîsan a Kocaeliyê, 3 roj in di bin çavan de tên ragirtin û ji dosyaya lêpirsînê re biryara “nepenîtiyê hat dayîn.    POLÎTÎKAYA MEHANDINÊ    Hevserokê ANYAKAY-DER’ê Ayhan Yildiz diyar kir ku polîsan di serdegirtinê de deriyê komeleya wan şikandine û wiha got: “Hemû tişt belavkirin, dest danîne ser pirtûk û kompîtûran. Êrîş wê tu car paşve gavê me nede avêtin. Êriş wê tu car moralê me xerab nekin.”   Hevserok Evîn Genç jî da zanîn ku serdegirtin politikaya mehandinê ye û wiha axivî: “Wê ev êriş nikarin xebatên me asteng bikin. Gelek aliyên vê êrişî hene. Desthilat bi polîtîkayên tirsandinê hewl dide li ser piyan bimîne. Binçavkirin li derveyî hiqûqê ye. Zext li her kesên ku ji bo gelê kurd têdikoşe tê kirin. Lê em ê bê rawestan têkoşîna xwe bidomînin.”