Li ber Mînareya Çar Ling bang kir: Em li ber guhê edaletê yê ker diqîrin 2021-11-28 10:35:47   AMED - Hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî li ber Mînareya Çar Ling ku Elçî lê hat qetilkirin wiha bang kir: “Li pêşberî me dîwarekî beton heye. Em şeş sal in wekî ku em di nava valahîya dinyayê da biqîrin li ber guhê edaletê yê ker diqîrin.”   Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku dema li dijî qedexeyên derketina derve di 28’ê Mijdara 2015’an de li pêş Mînareya Çar Ling a navçeya Sûra Amedê daxuyanî da, hat kuştin, di 6’emîn salvegera qetilkirina xwe de li pêş Mînareya Çar Ling hat bibîranîn. Bernameya bîranînê bi meşa sedan parêzeran a bi cubeyên xwe dest pê kir.  Beriya meşê pêşî û derdora Edliyeyê Amedê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.    Pêşî û derdora Edliyeya Amedê ku meş lê dest pê kir ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Di meşê de hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî, birayên wî Omer û Mehmet Elçî, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlementerê Partiya Gel a Komarê (CHP) Sezgin Tanrikûlû, Hevjîna Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş, Serokên Baroyên Enqere, Îzmîr, Edene, Mêrsîn, Antalya, Sînop, Aydin û serokên baroyên herêmê beşdar bûn.        DIRÛŞMEYA ‘ŞEHÎD NAMIRIN’ HAT BERZKIRIN   Girseya di saet 10.15’an de dest bi meşê kir pankarta “Em te ji bîr nakin” vekir û dowîzên li ser “Em hemû Tahîr Elçî ne” “Cînayeta Tahîr Elçî wê nebe kiryarên nediyar” dinivîsî hilgirtin. Girseyê di meşê de dirûşmeyên “Tahîr Elçî nemir e” û “Şehîd namirin” berz kirin. Welatiyên derdorê û esnafan bi çepikan piştevaniya meşê kir.    Dema girse gihişt ber Mînareya Çar Ling, ji pergala deng ku hatibû avakirin strana Ahmet Kaya ya Strana Amedê (Diyarbakır Türküsü) hat lêxistin. Pişt re daxuyaniya Elçî ya beriya qetilkirina wî hat guhdarkirin. Serokê Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê Metîn Feyzîoglû jî beşdarî bernameya bîranînê bû.    LI CIHÊ LÊ HAT QETILKIRIN RÊZ HAT GIRTIN     Dema saetan 10.53 ku Tahîr Elçî di wê saetê de hatibû qetilkirin nîşan da, rêz hat girtin. Pişt re Serokê Baroya Amedê Nahît Eren axivî.    DESTPÊKA SERDEMEKE TARΠ   Eren, bi gotina “Serokê Baroya Amedê yê ebedî Tahîr Elçî dema hewl da li dijî şer û operasyonan dengê xwe derxîne, li vir li pêş kamerayan hat qetilkirin” dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Qetilkirina Tahîr Elçî ya di 28’ê Mijdara 2015’an de di heman demê de serdema pêvajoyeke ku Tirkiye ji demokrasî û aştiyê dûr ketiye jî. 6 sal piştî vê cînayeta ku destpêka serdemeke tarî ye, ji bo aşkerabûna kiryaran tu daxwaz û vîn derneketiye pêş. Li ser israra Baroya Amedê û parêzerên malbata Elçî, piştî bi ser kuştina wî 4 sal û nîv derbas bûn îdîaname hate amadekirin û li ser vê yekê dozgeriyê karî derheqê 3 polîs û endamekî rêxistinê de dozê veke.” Eren, da zanîn ku manupulekirina lepirsînê ya ji aliyê peywîrdarên darazê ve skandal e û wiha berdewam kir: “Qetilkirina Tahîr Elçî cînayeteke sivik û ji rêzê nîne. Tahîr Elçî jî weke yek ji hêjayên Kurdistanê, bi cinayeteke siyasî hat qetilkirin. Weke Baroya Amedê em ji roja destpêkê ve dibêjin, ronîkirina vê cînayeta siyasî wê bi îradeyeke xurt a siyasî pêkan be. Ahmet Davutoglûyê ku di wê demê de serokwezîrtî dikir, di daxuyaniya xwe ya li vî bajarî ya piştî 5 salan de careke din em piştrast kirin ku cînayet ‘sûîqesteke siyasî’ ye. Deynê saziya siyasî û dadgeriyê ye ku ev doz li gorî giraniya xwe ya siyasî û bîranîna navê Tahîr Elçî pêk were.”   Eren, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em ê hewldanên xwe yên ji bo kesên di vê cînayetê de rola wan heyî bên darizandin bidomînin. Em sozê didin Tahîr Elçî, rayagiştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê.”   ‘LI PÊŞBERÎ ME DÎWAREKÎ BETON HEYE’     Hevjîna Elçî, Turkan Elçî jî bi van gotinan bang kir: “Li pêşberî me dîwarekî beton heye. Em şeş sal in li ber guhê edaletê yê ker diqîrin, wekî ku em di nava valahîya dinyayê da biqîrin. Kî me dibihîze? Bila bê zanîn ku xeyala welatekî ku em bi hêvî, bawerî û di nav aştiyê de bijîn û rêya li hev kirinê di vê kolanê de derbas dibe. Îro li gel ku 6 sal di ser re derbas bûne jî em gotina 'em çek, pevçûn, operasyon, şer naxwazin' ya miriyekî dubare dikin, li dijî kuştinê disekinin û xwedî li mîrateya ji me re hatiye hiştin derdikevin. Ji bo ku ev mîrateya me dewr girtî xurt bibe careke din bi gotina edalet, edalet, edalet qîr dikin.”   Piştî axaftina Turkan Elçî qûrnefîlên sor û lolîpopên hatin hilgirtin, danîn li ber Mînareya Çar Ling.      WÊ BIÇIN SER GORA WΠ   Bernameya li ber Mînareya Çar Ling bi dawî bû. Wê bernameya bîranînê di saet 14.00’an de li ser gora Elçî ya li Goristana Yenîkoyê bidome.