Malbata girtiyê nexweş: Dermanên wî nedan, rewşa wî xirab bû û mir 2021-11-28 09:15:31   HATAY - Malbata girtiyê nexweş Bangî Mohamed ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da got: "Dermanên wî nedanê, rewşa wî xirab bû û mir."    Hatibû diyarkirin ku girtiyê nexweş Bangî Mohamed (33) ê ji Efrînê di 12'ê Mijdarê de li Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa T'yê jiyana xwe ji dest daye. Li gor gotinên malbatê û parêzer Mehtap Sert, Mohamed ji ber binpêkirinên mafan ên li girtîgehê jiyana xwe ji dest daye.    Bangî Mohamed ku li Helebê dijiya, di sala 2013'an de tevî dê û bavên xwe û 4 xwişk û birayên xwe hatiye navçeya Dortyol a Hatayê. Mohamed piştî hatiye Dortyolê karê çandiniyê kiriye û ji ber mîde û rêviyên xwe emeliyat bûye. Di emeliyatê de nîviyê rêviyên wî hatine jêkirin. Paşê çendî ku li Tirkiyeyê tu "sûc" nekirine jî di 1'ê Çileyê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin. Dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza li Bangî Mohamed biriye.    Mohamed, di girtîgehê de demekê bi Îsmaîl Tamboga û Siddik Guler ê nexweş re di heman qawîşê de maye. Piştî sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin wî ji cem girtiyên nexweş derxistine û xistine hucreyekê. Mohamed piştî demekê êdî hew karibûye bimeşe. Di girtîgehê de 3 caran emeliyat bûye û organên wî av girtine. Çendî ku gelek nexweşîn pê re hebûne jî li nexweşxaneyeke baş nehatiye tedawîkirin û herî dawî gava nexweşînên zor dane wî, ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê.    Mohammedê nehat tedawîkirin û berdan, hat hînbûn ku di 12'ê Mijdarê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.    'ME ŞÎNA WÎ DANENÎ'   Malbata Mohamed, anî ziman ku rêvebiriya girtîgehê di 12'ê Mijdarê de telefonî wan kiriye û ji wan re gotiye Bangî Mihammed miriye. Malbatê bibîr xist ku kurê wan bi îhbarekê hatiye girtin û beriya bimire bi hefteyekê çûne girtîgehê cem wî. Malbatê, behsa hevdîtina dawî kir: "Ji me re got, 'Rewşa min qet nebaş e. Ez belesebeb di girtîgehê de me, tu sûcê min tune ye. Min ji vir derxin. Li vir tahdê li min dikin.' Bangî emeliyat bûbû û hebikekî baş bûbû. Paşê ceza lê birîn. Li girtîgehê ji ber ku derman nedan wî rewşa wî xirab bû û mir. PIştî otopsiyê me cenazeyê wî wergirt. Me di 13'ê Mijdarê de ew bir Efrînê û li gundê Hecîhese defin kir. Piştî karê definkirinê em cardin hatin DOrtyolê. Me şîna xwe jî danenî."    Endama Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îskenderûnê Parêzer Mehap Sert jî, li girtîgehê hevdîtin bi Bangî Mohamed re kiriye.    Sert, anî ziman ku di dema tedawiyê de dermanên wî nehatine dayîn û di meha Tebaxê de girtiyên bi Mohamed re di heman waîşê de ji bo tedawîkirina wî serlêdan kirine û piştî vê serlêdanê hevdîtin bi rêvebiriya girtîgehê re kirine.    LI TIRKIYEYÊ TU SÛC NEKIRIYE   Sert, got: "Girtî di mazgalê de gazî gardiyanan dikin. LÊ gardiyan guh li wan nakin. Ji wan re dibêjin 'Ma em saziyên civaka sivîl in hûn serî li me didin?' Mohamed li Tirkiyeyê daxilî nav tu 'sûcî' nebûye, ji ber 'sûc'ekî li welatê xwe li Tirkiyeyê hatiye girtin û darizandin. NExweş bû, ji ber ku bi tirkî nizanibû hevalê wî serlêdan kiribû. Piştî vê serlêdanê, ji bo wî rakin nexweşxaneyê me serlêdan kir. Ev daxwaza wî hat qebûlkirin û wî birin nexweşxaneyê."    RAPOR NEDAN   Sert, diyar kir ku piştî Mohamed ji nexweşxaneyê derketiye û wî birine girtîgehê, çûye girtîgehê serdana wî kiriye. Sert got: "Me tespît kir ku wî xistine qawîşeke demborî û pêdiviyên wî nadinê. Ji lew re di mîdeya wî de kîtleyek hebû. Ji ber vê nîviyê mîdeya wî hatibû jêkirin. Nîviyê rêviyên wî hatibûn jêkirin. Nikaribû li ser pêyan bisekine, nikaribû destên xwe bileqîne. Devê wî xwar bûbû. Li gelek deverên laşê wî, bi taybetî jora çavên wî û stuyê wî pir werimîbûn. Bêyî haya wî hê hebe, mîza wî dihat. Digot gava bin wî şil dibe, pê dihese. Gotibû, nikare xwarinê bixwe, ji lew re nikare xwarin di têfikê de bibe ber devê xwe. Qama wî 178 cm bû, lê zihîf bûbû, bûbû 48 kîlo. ÎHD, ji bo berdana wî cardin serlêdan kir. Di 1'ê Mijdarê de parlementerên HDP'ê Fatma Kûrtûlan û Tulay Hatîmogûllari çûn girtîgehê cem wî û ji bo çareserkirina pirsgirêkên Mohamed hevdîtin bi îdareya girtîgehê re kirin. Lê mixabin ji bo pêkanîna daxwazan wext têr nekir. DI 12'ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest da. Piştî jiyana xwe ji dest da wî birin Saziya Tiba Edlî. LÊ belê saizya tiba edlî rapora qethî nedaye û niha sedema mirina wî wekî qeyrana dil tê zanîn."    Sert, destnîşan kir ku li Girtîgeha Îskenderûn a Tîpa T'yê pirsgirêke herî cidî, nedayîna dermanên girtiyên nexweş e û got: "Mohamed jî ji ber vê gilî dikir. Digot, dermanên wî bi awayekî rêk û pêk nayên dayîn û ji ber vê pir diêşe."   GIRTIYÊN NEXWEŞ   Sert, destnîşan kir ku li Girtîgeha Îskenderûnê 4 girtiyên nexweş hene û got:Ş "Yek ji vana Îsmaîl Tamboga ye, ji Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê hatiye sewqkirin. Girtiyên nexweş tên tedawîkirin, lê teşxîsa rast nayê dayîn. Ji ber vê bi dermanan baş nabin. Pirsgirêkeke din jî xwarin e. Hatibû diyarkirin ku tenê birinc û miqarneyê didin, xwarinên avî jî tenê çoçikê didin û ji ber vê ji taqet dikevin. Têkildarî vê mijarê me hevdîtin bi girtîgehê re kir, lê tiştek nehatiye kirin. Em ê şopdarê vê pêavjoyê bin. Piştî sedema bera ya mirina Mohamed bê eşkerekirin, çi hewce be dê bikin."    Li Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa T'yê girtiyên nexweş ev in: ÎSmaîl Tamboga, Siddik Gukerî N.O û Ş.Y. û zarokê bi navê A.O. yê 2 salî ku tevî dêya xwe di girtîgehê de ye.