Altan: Aboriya welêt ji bo şerê li dijî kurdan hat xerckirin 2021-11-28 09:14:31   ÎZMÎR - Pîlotê şer ê berê Bahadir Altan, anî ziman ku aboriya welêt ji bo şerê li hemberî kurdan tê xerckirin û çareserkirina pirsgirêkê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêkan e.    Ji ber polîtîkayên şer ên îqtidara AKP'ê ku budçeyeke zêde ji bo pîşesaziya parastinê vediqetîne krîza aborî her diçe kûrtir dibe. Ev çend roj in li gelek baharên Tirkiyeyê welatî ji ber zêdebûna kûra dowîzan û krîza aborî dadikevin kuçeyan.    Pîlotê şer ê berê Bahadir Altan aboriya şer nirxand.    'DÊ GEL WÊ HILWEŞÎNE'   Altan, destnîşan kir ku AKP bi taybetî ji sala 2015'an heya niha ji xeynî şer tu sozî nade. Altan, bal kişand ser welatiyên çend roj in bi dirûşmeya "Hikûmet îstifa" dadikevin kuçeyan û tahdeya ku polîs li wan dikin û got: "Tenê tirsa wan, gel dakeve kuçeyan. Ji lew re baş dizanin ku yê ku vê îqtidarê hilweşîne gel e."    Altan, anî ziman ku ger hilbijartin çênebe dê hemû çavkaniyên welêt bihelin.    'DI ŞER DE KES BI SER NAKEVE'   Altan, bilêv kir ku AKP hîmê xwe li ser şer û rageşiyê daniye û ji ber van polîtîkayên wê krîz kûrtir dibe. Altan, dubare kir ku îqtidar hemû pereyan ji bo çekan û ler xerc dike û di vê polîtîkaya xwe de îsrar dike. Altan, diyar kir ku Tirkiye tenê ne li nav sînorê xwe, ew û welatên cînar hemû ji hev xeydan in.    Altan, got: "Em bedêla şer didin. Di hevdîtinên budçeyê yên dawî de Parlementerê HDP'ê Garo Paylan hejmarên budçeya ku ji bo aboriya şer tên xerckirin aşkere kir. Niha F-35'ek tenê di ser 120 milyon dolarî r eye. Heya niha DYA'yê F-22 nefirotiye tu kesî. Heba F-22'yê li dor 350 milyon dolarî ye. S-400'ên bi 2 milyar û nîv dolarî nehatin bikaranîn. Aboriya şer aboriyek biha ye û tu kes bi ser nakeve."    WELAT DI NAV ÇIRAVÊ DE YE   Altan, bal kişand ser gotinên Serokkomar Erdogan ku gotibû "Ma hûn dizanin heê fîşekekê bi çi qasî ye?" û destnîşan kir ku welêt ji ber polîtîkaya derve ya AKP'ê ketiye nav çiravê û her ku tevdigere bêtir noq dibe. Altan, destnîşan kir ku welatekî ku bibêje "fiyetê fîşekekê bi çi qasî ye" ew welat ketiye halekî wisa ku êdî nikare tu polîtîkayan hilberîne û got: "Xelasiya vê bi muxalefetek ku bibe neynin heye. Mixabin di vê polîtîkayê de berpirsiyariyek mezin jî ya CHP û Partiya ÎYÎ'yê ye. Ew jî sirf ji bo rayên wan ên netewperest ji dest wan neçin bûn piştgirê van polîtîkayan. Niha jî muxalefetê dikin, lê em hevokeke zelal nabihîsin. Mixabin hê me gotineke wekî 'em ê dawî li vê aboriya şer û polîtîkaya derve ya li ser asasê şer bînin.'"    MÎNAKA VÎETNAMÊ   Altan gotina Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû jî bibîr xist ku gotibû "Gava em bibin îqtidar em ê Qendîlê serobino bikin" û got: "Hûn Qendîlê serobino bikin jî dê ev şer neqede. Ger wiha bûbûna, dê Amerîka li Vîetnamê bi ser biketana. Divê em van tiştan ji mirovên Tirkiyeyê re bibêjin û dawî li vî şerî bînin. 40 sal in çiya tên bombebarankirin. Kîjan pirsgirêk çareser bû? Halbûkî çareserî aştiya li hundir û derve ye."    Altan, destnîşan kir ku çareserkirina krîza aborî û pirsgirêkên din aştî ye û got: "Ger meseleya kurdî çareser bibe, dê aştiya navxweyî çêbibe. Kes dewleta Tirkiyeyê xera nake. Lê meriv rabe dewleta xwe xera bike, ev talûkeyeke mezin e. Ev polîtîkaya derve bi xwe ye. Ji ber vê polîtîkayê welêt ber bi kendal ve diçe. 40 sal in aboriya vî welatî ji bo şer tê xerckirin. 40 sal in xwîn dirije, mirov dimirin. Bi vê mirov nagihê tu derê. Ger rûnên û pêvajoyeke aştiyê bidin destpêkirin, dê gelên Tirkiyeyê jî bibin yek. Tekane xelasiya ji krîza aborî jî ev e."    ‘ÇARESERÎ OCALAN E'   Altan, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Gelê kurd bi rêzgirî nêzî Ocalan dibe. Ji xeynî aştiyê çareyek din tune ye. Gava vê yekê jî bêguman bi hevdîtina bi kesên vî gelî temsîl dikin re pêkan e. Yek ji van kesan jî Abdûllah Ocalan e. Ev mirov dikare ji bo aştiyê gelek tiştan bike. Demildest divê tecrîda li ser wî bê rakirin û çareserî bê nîqaşkirin."    MA / Ozlem Yayan - Hakan Yalçin