Hevberdevka HDK'ê: Divê Komîteya Wezîran zorê bide Tirkiyeyê 2021-11-28 09:06:39   STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr, bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û diyar kir ku bêhiqûqîtî êdî tecrîdê jî derbas kiriye. Demîr, destnîşan kir ku divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo pêkanîna biryaran zorê bide Tirkiyeyê.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 22 sal in li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin. Parêzer Rêzan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan herî dawî di 2-22'yê Gulan, 7-18'ê Hezîran û 7'ê Tebaxa 2019'an de hevdîtin bi Ocalan re kiribûn. Birayê wî Mehmet Ocalan jî di 25'ê Adarê de bi telefonê pê re axivîbû. 8 meh in tu xeber ji Ocalan nayên girtin.    Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), ji bo pêkanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku 7 sal berê cezayê muebeda giran ê li Ocalan hatibû birîn dabû û diyar kiribû cezayê muebeda giran dijî xala 3'yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME), di 26'ê Tîrmehê de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabûn. Piştî serlêdanê komîteyê jî cara ewil ev yek daxilî nav rojeva xwe kir û dê di civîna xwe ya di navbera 30-2'yê Kanûnê de vê biryarê nîqaş bike.    Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, tecrîda li ser Ocalan û civîna Komîteya Wezîran ku dê di navbera 30'yê Mijdarê û 2'yê Kanûnê de bê kirin, nirxand.    Demîr, destnîşan kir ku rewşa li Îmraliyê êdî bi tu peyvan nayê ravekirin, ji lew re li wir rewşeke ku bi qanûnan, bi hiqûqa navneteweyî û bi awayekî civakî nayê ravekirin rû dide. Demîr, anî ziman ku Tirkiye li Îmraliyê polîtîkayeke sîstematîk û taybet pêk tîne û sedema vê jî nebûna mekanîzmayeke ku pêşî li ber îqtidarê bigere. Demîr, bilêv kir ku ya li Îmraliyê tê kirin nêzîkatiyeke dewleta çeteyan e.    TÊGIHA TECRÎDÊ KÊM E   Demîr, hevdîtina bi telefonê ya Ocalan a bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kir bibîr xist û got: "Ew hevdîtin jî di nîvî de hatibû qutkirin. Di wê hevdîtinê de nehiştibûn Birêz Ocalan rewşa ku tê de ye ragihîne. Em vê yekê wekî tecrîdê şîrove dikin, lê di asasê xwe de li wir rewşeke wêdeyî tecrîdê rû dide. Atmsofereke ku Îmralî ji derve hatiye îzolekirin heye. Wer xuya ye divê meriv ji bo vê têgiheke nû bibîne. Wekî min got, têgiha tecrîdê jî kêm e ji bo pênasekirina vê rewşê."    TIRKIYE Û ALOZÎ   Demîr, destnîşan kir ku di navbera gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn de piştevaniyek çêbûye û ev piştevanî jî bi pêşengiya Ocalan çêbûye. Demîr, anî ziman ku îzolekirina li Îmraliyê ji ber vê yekê ye. Demîr, bilêv kir ku Tirkiye 40 sal in nikare bi polîtîkayên xwe yên şer çoka gelê kurd û hevrêyên wê bişikîne û got: "Dixwazin bi vê polîtîkaya tecrîdê encamekê bi dest bixin. Lê belê Tirkiye ji ber van polîtîkayên şer ber bi aloziyekê ve çûye."    LI SERANSERÊ TIRKIYEYÊ BELAV DIBE   Demîr, destnîşan kir ku rewşa li Îmraliyê bûye cihê fikarên mezin û ji ber van fikaran parêzerên Ocalan serî li gelek sazî û dezgehan dane. Demîr, bilêv kir ku ev sazî û dezgeh jî carinan bertek nîşan didin û dikevin nava hin hewldanan û got: "Mixabin ev hewldan qels in. Ji bo ku pir bibandor bin, divê muxalefeteken xurt bê kirin.. Demîr, diyar kir ku Ocalan tenê ne kesek e û got: "Ocalan gelekî temsîl dike û hêzeke wî ya kartêker heye. Lewma tecrîdkirina wî û helwesta dewletê ya ji bo wî di heman demê de ji bo radestgirtina gelê kurd e."    HEVDÎTINA KOMÎTEYA WEZÎRAN   Demîr, bal kişand ser civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî ku dê di navbera 30'yê Mijdarê-2'yê Kanûnê de bê kirin û anî ziman ku Tirkiye heya niha bersivine xapîner dane komîteyê û êdî guh li biryarên DMME'yê nake.    Demîr got: "Tirkiye pêwendiya xwe ya bi saziyên navneteweyî re qels dike û ji bo pêk neyne wan eware dike. Ev rewş ji bo biryara derbarê Birêz Ocalan de jî derbasdar e. Parlementerên ewropayî yên serê xwe bi vê re êşandine jî diyar dikin ku piştî civîna Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê di vî warî de nikarin hikûnetên xwe qaneh bikin û bi astengiyan re rû bi rû dimînin. Mixabin berjewendiyên navneteweyî, berjewendiyên welatan pêşî li ber binpêkirinên mafan vedikin."    DIVÊ ZORÊ BIDIN TIRKIYEYÊ   Demîr, destnîşan kir ku divê konsey di civîna xwe de zorê bide Tirkiyeyê da ku di warê pêkanîna biryaran de hin gavê bên avêtin. Demîr, diyar kir ku ger biryareke erênî bê dayîn jî dê ev yek bi tena serê xwe qîm neke û got: "Ji lew re divê Tirkiye bibe welatekî demokratîk. Ji bo vê jî dînamîkeke civakî, hêzeke civakî û daxwazên wan girîng in. Helbet bandoreke erênî ya peymanên navneteweyî heye. Lê têkoşîna sereke dê bi hevparbûna gel, kedkar û tevahiya derdorên civakê yên li wir pêk bê. Li Tirkiyeyê jî ji bo vê zemînek çêbûye, firsendeke wisa heye. Lê ya girîng ew e ku Tirkiye cardin kodên xwe yên berê hemêz neke û pêvajoyeke ji bo jiyaneke wekhev, azad û bi hev re bê avakirin."    MA / Ferhat Çelîk