Bi hinceta ‘doşek tune’ girtiyan derman nakin 2021-11-27 17:57:51   ENQERE – Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî”, di çalakiya vê hefteyê de diyar kir ku girtiyê nexweş ê 70 salî Ramazan Kuru bi hinceta ‘doşek tune ye’ nayê dermankirin. Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî” di hefteya 377’an de bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li Şaxa ÎHD’e ya Enqereyê daxuyanî da. Li komeleyê pankarta “Dermankirin maf e, mafê dermankirinê nayê astengkirin, divê girtiyên nexweş bêne berdan” vekerin. Li ser navê ÎHD’ê Endamê rêveberiya ÎHD’ê Îhsan Seylan axivî û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş.Seylan, anî ziman ku girtiyên nexweş li girtîgehan ji bo bijîn têdikoşin. Girtiyên nexweş hem derman nakin û hem jî wan serbest bernadin. Girtî Bangîn Muhammed ê li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê girtî bû, jiyana xwe ji dest da. Muhammed serî li Şaxa  ÎHD’ê ya Îskenderûnê debû. Diyar kiribû ku nikare bimeşe û bi palpişta bi teker diçe û tê û wiha gotibû: “Nêviyê mahdê min tune ye. Heta niha 3 caran ez emeliyat bûme. Nikarim miza xwe bigirim û li cihê xwe mîz dikim.Nikarim pêdiviyên xwe yên tekakesî pêk bînim. Bejna min 1.78 cm ye. Lê kîloya min 47 kîlo ye.” Liruxmê girtiyê nexweş bû jî nehat berdan. Ji ber nehat berdan di 12’ê mijdarê de jiyanax we ji dest da. REWŞA TENDURISTIYA KURU XERAB E  Saylan, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê 70 salî Ramazan Kuru yê li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Afyonê girtî ye û wiha lê zêde kir: “Ramazan Kuru 70 salî ye. Di sala 2016’an de hat girtin. Dema li Girtîgeha Tîpa T a Dînarê bû di 19’ê Îlona 2019’ê de qeyrana dil derbas kir. Wê demê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dînarê û ji wir jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Denîzliyê. Li vir anjiyo kirin. Lê ji ber damarê dilê wî venebûn piştî 2 rojan emeliyata bay-pasê kirin. Heta niha 3 damarê dilê wî guhertine. 15 rojan di bexşa venêrtina zêde de hat hiştin. Seylan, têkildarî rewşa nexweşiya Kuru wiha got: “Ji ber ku nehatiye dermankirin nexweşiya şekir, qeyrana dil, kardiyak û gelek nexweşiyên din pêre çêbûne. Dema li girtigeha Dînarê bû, li Fakulteya Tipê ya Denîzlî li gel ku randevû stend jî ew nebirin nexweşxaneyê. Bi hinceta doşekê vala li nexweşxaneyê tune ew derman nekirin. Piştre ew sewqî Girtîgeha tîpa T a Hêjmar 1 a Afyonê kirin. Malbatê xwest îenfaza wî bê taloqkirin. Lê ev daxwaza malbatê qebûl nekirin.Ramazan Kuru girtiyê nexweş e. Temenê wî mezin e. Divê nexweşiyên wî û temenê wî li ber çavan bê girtin û wî bi lez serbest berdin.”