ÎHD’ê xwest faîlên Seyhan werin cezakirin 2021-11-27 17:00:00   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê xwest faîlên Seyhan Dogan a di 13 saliya xwe de hatibû binçavkirin û piştî bi salan hestiyên wê di goreke komî de hatibûn dîtin, bên cezakirin   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê di çalakiya vê hefteyê ya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl werin darizandin” li pêş Konak Eskî Sumerbankê li dar xist de dosyaya Seyhan Dogan a di 13 saliya xwe de di 29’ê Cotmeha 1995’an de li navçeya Kerborana Mêrdînê hatibû binçavkirin û piştî bi salan hestiyên wê di goreke komî de hatibûn dîtin, parve kir.    Endamê Komîsyona Zarokan a ÎHD’ê Alî Aydin qala binçavkirin û windakirina Dogan kir û xwest faîl bên cezakirin. Aydin, destnîşan kir ku heta faîl werin cezakirin wê têkoşîna xwe bidomînin.