'Desthilat tol dihilîne' 2021-11-27 14:53:37   ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê cezayê ku li Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê hat birîn şermezar kir û got: "Em vê biryarê nas nakin."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê derbarê cezayê girtîgehê ku li Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê hat birîn, li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Rêxistinên HDP'ê yên navend û navçe, aktîvîstên TJA'yê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Sebahattin Denîz ve hat xwendin.    'EM VÊ BIRYARÊ NAS NAKIN'   Denîz, diyar kir ku îktîdar li ser darazê tolê ji siyaseta demokratîk dihilîne û wiha got: "Hevala me Leyla Guven a ku berê 22 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, 5 sal din cezayê girtîgehê lê hat birîn. Em vê biryara neqanûnî û ne rewa nas nakin."   'SERDEMA HERÎ QELS DIJE'   Denîz, anî ziman ku dewlet her ku diçe bêhêz dibe û wiha domand: "Em bi hêza ku ji gelê xwe û mafdariya xwe distînin ber bi siberojê ve dimeşin û tu kes nikare me ji vê rêyê dûr bixe. Hikûmeta ku piştî operasyona ku her roj êrîşî me dike, serdema herî qels a dîrokê dijî. Em bi rastiya hêzeke ku her ku diçe êrîşkartir dibe û her ku êrîş dike qels dibe re rû bi rû ne."   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.