Miduriyeta polîsan vegeriya salên 90’î: Pirtûk û kefiyên rengîn bûn “belgeyên rêxistinî” 2021-11-27 14:23:00   MANÎSA - Miduriyeta Polîsan a Manîsayê, kefiyên kesk, sor û zer û pirtûkên ku derbarê wan de biryara komkirinê ên di serdegirtinên malên HDP’iyan dest danîne ser, weke “belgeyên rêxistinî” servîs kirin.    Polîsan duh li navçeyên Tûrgûtlû û Sarûhan ên Manîsayê û navenda wê 9 endamên HDP’ê bi serdegirtina malan de binçav kiribûn. Tevlîbûna wan a pîrozbahiyên Newroza 2018’an û parvekirinên wan ên medya dîjîtal weke “propagandaya rêxistinê” hatin nîşandan. Fırat Erol, Hediye Er û Mahîde Dogan ên hatibûn binçavkirin û piştî kirariyan sewqî dozgeriyê hatibûn kirin, hatin berdan. Ji bo dosyayên 6 kesên di bin çavan de biryara nepen hat dayîn û hat diyarkirin wê îfadeya her şeş kesan roja duşemê were girtin.    KEFÎ, PIRTÛK Û SAET SÛC HATIN HESIBANDIN   Walitiya Manîsayê û Miduriyeta Polîsan a Bajêr têkildarî binçavkirinan de daxuyanî da û bi gotina “Belgeyên bi naveroka rêxistinî hatine desteserkirin” wêne servîs kirin. Di wêneyî de  Manisa Valiliği ve İl Emniyet Müdürlüğü ise gözaltı operasyonuna ilişkin yaptığı açıklamada, "örgütsel içerikli dokümanlar ele geçirildi" diyerek bir fotoğraf servis etti.  Di wêneyî de kefiyên kesk, sor û zer ên li ser maseyekê, saeteke ku wêneyên Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û zarokên hatine qetilkirin Ugûr Kaymaz û Ceylan Onkol tê de cih digire, demançeyek û 7 pirtûk weke “belgeyên rêxistinî” hatin servîskirin.    Di nav pirtûkan de pirtûkên Leylan, Seher û Devran ên ku Selahattîn Demîrtaş nivîsandî ne û derbarê wan de tu biryara komkirinê nînin jî hene. Derket holê ku demançeya weke “Bêruhset” hatiye servîskirin jî ya bapîrê Mahîde Dogan a hatibû binçavkirin û berdan, Nûrî Dogan e. Nûrû Dogan ê 67 salî ku xwediyê demançeyê ye serê vê sibê çû Miduriyeta Polîsan a Sarûhanê û îfade da ku demançe ji wî re ji bapîrê wî maye.   Li aliyê din miduriyeta polîsan, walitî û medyaya sereke endamên HDP’ê yên hatin binçavkirin weke endamên “PKK’ê û KCK’ê” nîşan dan.