Hem êrişî wî kirin hem jî cezayê hevdîtinê lê birîn 2021-11-27 09:02:28 STENBOL - Alan Koçer diyar kir ku gava ji bo kurê xwe bibîne çûye Girtîgeha Sîlîvriyê 20 gardiyanan êrişî wî kirine û bi ser de jî mehekê cezayê hevdîtinê li wî û kurê wî hatiye birîn. Alan Koçer, diyar kir ku di 29'ê Cotmehê de gava ji bo kurê xwe bibîne çûye Girtîgeha Silîvriyê ya Jimare 3'yan, gardiyanan êrişî wî kiriye. Bav Koçer behsa wê kêliyê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê rû didin kir.    BINPÊKIRINÊN MAFAN   Bav Koçer diyar kir ku li girtîgehan "nasnameya terorê" li girtiyan tê ferzkirin û girtî jî ji bo vê pêkanînê protesto bikin hevdîtinê nakin. Koçer anî ziman ku midûrê girtîgehê gotiye "girtî naxwazin hevdîtinê bikin" û wî jî ji ber ku ji gardiyanan re gotiye "ji ber bêehlaqîtiya we hevdîtinê nakin" 20 gardiyan êrişî wî kirine. Bav Koçer, ragihand ku ji ber vê mehek cezayê hevdîtinê li wî û kurê wî hatiye birîn.    Bav Koçer, bilêv kir ku piştî ku gardiyanan êrişî wî kirine, ew birine odeyekê. Koçer, diyar kir ku malbatên din jî bi heman nêzîkatiyê re rû bi rû dimînin û bi çavê "terorîstan" li malbatan tê nerîn. Koçer, destnîşan kir ku di bin dorpêça gardiyanan de hevdîtinê dikin û berê jî gardiyanan bi qedexekirina hevdîtinê gef lê xwarine.    QEDEXEKIRINA KURDÎ   Koçer, ragihand ku li girtîgehê girtî bi pêkanînên wekî "nasnameya terorê", "kontrolkirina dev" û "qedexekirina kurdî" re rû bi rû ne û gava li ber van ferzkirinan radibin ji wan re tê gotin ku "ev fermana îdareyê ye."    Koçer got: "Em nikarin kincan ji zarokên xwe re bibin. Ceryana wan tim tê qutkirin. Di warê avê de pirsgirêk hene. Her wiha gava ez di telefonê de bi kurdî bi kurê xwe re diaxivim telefon di cî de tê girtin."    Koçer, bilêv kir ku 2 hefte ye haya wî ji kurê wî tune ye û îdareya girtîgehê girtiyên siyasî û kesên ji doza Cemaeta Fethûllah Gulen hatine girtin xistine heman cihî.    BANGAWAZÎ   Bav Koçer destnîşan kir ku ev pêkanîn polîtîkayeke dewletê ye û bang li hemû partiyên siyasî û gel kir ku bibin dengê girtiyan.