Girtiyê nexweş Mûhammed jiyana xwe ji dest da 2021-11-26 16:46:47   HATAY -  Girtiyê nexweş Bangîn Mûhammed ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê tê girtin û demeke dirêj bû nedihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.    Derket holê ku girtiyê nexweş ê efrînî yê bi navê Bangîn Mûhammed (33) ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Îskenderûnê tê girtin û nayê dermankirin, di 12 'ê mijdarê de jiyana xwe ji dest da. Mûhemmed di 1ê çileya 2021'an de hatibû girtin û ji ber "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Serlêdanên ku ji bo berdana Mûhammed dihatin kirin, bi raporên "dikare li girtîgehê bimîne" dihat redkirin.    Beriya niha Mûhammed bi girtiyên nexweş Îsmaîl Tamboga û Siddik Guler re li heman qawişê dima.  Piştî ku sewqî nexweşxaneyê hatibû kirin Mûhammed ji cem Tamboga û Guler girtibûn û wî kiribûn qawişa yekkesî. Nivê mîde û roviyên Mûhammed tune bûn. Nikaribûn pêwistiyên xwe yên takekesî bi tena serê xwe bibersivîne û bi kursiyê tekerlek dijiya.    'EZ NAXWAZIM BIMIRIM'   Beriya niha di meha cotmehê de Mûhammed, ji Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îskenderûnê Parêzer Mehtap Sert re axivîbû û rewşa xwe vegotibû. Sêrt, derbarê rewşa Mûhammed de ji ajansa me re axivîbû û diyar kiribû ku dermanê Mûhammed nadinê û û Mûhammed jê re gotiye, 'Ez naxwazim bimirim, lê ez ê li vir bimirim'.   RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ PIŞTRAST KIR    Li ser nûçeya mirina Mûhammed Parêzer Sert, li rêveberiya girtîgehê geriya û xwest derbarê Mûhammed de agahî werbigire. Rêveberiya girtîgehê Mûhammed piştrast kir û ji Sertê re ev tişt got: "Bangîn Mûmmed di 12 'ê mijdarê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî li Saziya Tipa Edlî ya Edenê ye. Malbata wî cenaze wergirt, lê hê rapora berfireh a otopsiyê derneketiye. Em nikarin derbarê sedema mirina wî de agahiyan bidin."   'NÎVÊ DILÊ TE NÎNE'   Parêzer Sert, beriya niha ji bo rewşa Mûhammed ev agahî dabûn: "Di sala 2013'an de hat navçeya Dortyolê ya Hatayê û weke karkerekî çandiniyê dest bi kar kir. Ji ber ku li Sûriyeyê di nava YPG'ê de bûye, dadgeha herêmî bi angaşta "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî. Mûhammed tevlî tu sûcekî Tirkiyeyê nebûye. Nexweş e û nikare li qawîşê bimeşe, bi kursiyê bitekerlek dijî. Nîvê mîde rodiyên wî tune ne. Sê caran emeliyat derbas kiriye. Organên wî yên hundirîn av kom kirine. Bi xwe de mîz dike û vê ferq nake. Nikare pêdiviyên xwe yên şexsî dabîn bike. Daketiye 47 kîloyan û nikare xwarinê bixwe. Di laşê wî de werimandin heye. Wî dibin nexweşxaneyê, lê dermanên wî nayên dayîn. Dibêje 'Ez naxwazim bimirim, lê ez ê li vir bimirim'. "