Dadgeha Bilind, dozgerên ku delîlên komkujiyê veşartine parast 2021-11-26 14:38:49   ANKARA- Dadgeha Bilind gilîkirina dozgerên lêpirsîna Komkujiya Enqereyê Ramazan Dînç û Tekîn Kuçuk ku delîlan veşartine, red kir.    Parêzeran derbarê giliyê dozgerên lêpirsîna Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê Ramazan Dînç û Tekîn Kuçuk de, li 1'emîn Desteya Serokatiya Dadgeha Bilind kiribû. Dadgeha Bilind bi hinceta "mijara giliyê bi mijareke ji tetbîqatê ve girêdayî ye, rayeya darazê û îddîayên naverokeke razber in” betal kir ango ji kirariyê rakir.    Komîsyona Parêzerên Doza Komkujiya 10’ê Cotmehê diyar kirin ku wan di 25’ê cotmehê de li dijî biryara 1’emîn Desteya Serokatiya Dadgeha Bilind ku daye de bi awayek takekes serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dane û derbarê biryarê de daxuyaniyek berfireh belav kirin. Parêzeran di daxuyaniyê de diyar kir ku Dadgeha Bilind dozgerên ku delîlên lêpirsîne veşartine parastiye û tu rayeya dozger nîne ku dosyeyê veşêre. Parêzeran çend pirs ji Dadgeha Bilind a ku gilîkirinê betal kiriye, kirin û gotin wê têkoşîna wan li pey vê dozê berdewam bike.