Welat dubare bi rûpela dijîtal dest bi weşanê dike 2021-11-26 13:14:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Welat ku li ser malpera înternetê weşanê dike, demekê navber dabû rûpela xwe ya dijital a PDF’ê. Rojnameya Welat dê sibê dîsa bi rûpela xwe ya dijîtal a PDF’ê weşana xwe berdewam bike.   Rojnameya Welat ku di sala 2018’an de bi KHK’ê hatibû girtin, di 27’ê mijdara 2020’an de bi awayekî dîjîtal dest bi weşana xwe kiribû. Komek rojnameger ji bo berdewama weşana rojnameya Welat kom bûbûn û bi manşeta “Dem dema azadiyê ye” dest bi weşana rojnameyê kiribûn. Rojnameya Welat heta demekê her roj tenê rûpela yekemîn li ser dijîtalê amade dikir û bi awayekî dîjîtal diweşand. Lê beriya demekê rojnameyê weşandina rûpela xwe ya dijîtal a PDF’ê dabû sekinandin. Wê Rojnameya Welat dê sibê dîsa bi rûpela xwe ya dijîtal a PDF’ê weşana xwe berdewam bike   Di rojnameya welat de gelek nivîskar ji dîaspora û her çar parçeyên Kurdistanê ji rojnameyê re li ser mijarên cuda dinivisînin.