Yuksekdag banga piştgiriya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş kir 2021-11-26 13:07:38   ENQERE - Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, ji bo Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li Amedê dane destpêkirin banga piştgiriyê kir.    Li Amedê, "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 11'an de berdewam dike. Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Tîpa F a Kalkandereyê girtî ye, li ser hesabê xwe yê medya sanal banga piştgirî û xwedî derketina li malbatan kir. Yuksekdag, di peyama xwe de ev tişt gotin: "Ez dayikên me yên ku ji bo berdana girtiyên nexweş ketine tevgerê silav dikim û destê wam maçî dikim. Ji bo ku li girtîgeha mirina sîstematîk û polîtîkayên zilmê bi dawî bibin bang li her sazî û kesên xwedî wijdan dikim ku li dayikên me xwedî derkevin."