Kemal Pîr 40 sal berê bi vî awayî pirsa 'Kurdistan ku derê ye?' bersivandibû 2021-11-26 09:34:35 AMED - Ji pêşengên damezrîner ên PKK'ê Kemal Pîr, 40 sal berê pirsa dadgerê ku jê pirsîbû "Kurdistan ku derê ye?" wiha bersivandibû: "Qada berbelavbûna zimanê kurdî sînorê qethî yê Kurdistanê ye."  Kurd, nasnameya wan û axa wan bi polîtîkayên înkarkirin û redkirinê re rû bi rû ne. Ev polîtîka ji dema Îtihat Terakkiyê ve heya niha didomin. Çendî ku kurdan bi bedêlên giran nasnameya xwe anîne asteke ku êdî kes nikare wê înkar bike jî, lê bêtamulî û neqebûlkirina Kurdistanê hê jî didome. Ev alerjiya dewleta tirk a li hemberî kurdan, ev çend hefte ye cardin gur bûye.   Çendî ku navê Kuristanê di belgeyên dîrokî yên bi sedan sal berê de heye jî, lê li Sêrtê welatiyê ku ji Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ'yê Meral Akşenerê re gotibû "Ev der Kurdistan e" hatibû binçavkirin û piştî bertakan hatibû berdan. Bi heman awayî hunermend Veysî Ermîş jî ji ber straneke ku navê Kurdistanê tê de derbas dibe gotibû doz lê hatibû vekirin û dadgehê sal û 6 meh û 20 roj ceza lê birîbû. Herî dawî jî li Wanê esnaf Hacî Tûnç ji ber ku di sohbeta bi Serokê Giştî yê Partiya Guherînê (DTP) Mûstafa Sarigul de gotibû "Ev der Kurdistan e" hatibû binçavkirin.    DOZA SEREKE YA PKK'Ê   Înkarkirina heqîqeta kurd û Kurdistanê 40 sal berê di 'Doza Sereke ya PKK'ê' de jî bûbû hêla sereke ya darizandinê. Di dozê de yek ji kesên vê heqîqetê ragihand cîhanê jî Kemal Pîr bû ku di dema 12'ê Îlonê de di "Zindana Jimare 5'an" (Girtîgeha Amedê ya Eskerî) de mabû û di 7'ê Îlonê de di Çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmeha 1982'yan de jiyana xwe ji dest dabû.    Ji pêşengên damezrîner ên PKK'ê Kemal Pîr, gava xwendekarê Zanîngeha Enqereyê bûye Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nas kiriye, bîrdoziya wî esas girtiye û tevli rêxistinê bûye. Kemal Pîr, bi bernavê xwe "Laz Kemal", ji Gumuşhaneyê bû.    'EV DADGEHEKE DÎROKÎ YE'   Di danişîna 26'ê Gulana 1981'ê de Kemal Pîr, wiha dest bi gotinên xwe dike: "Ez wisa yeqîn dikim ku ev dadgeh, dadgeheke dîrokî ye. Yanî ne dozeke hêsan e; ji tiştekî hiqûqî wêdetir, xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Wekî mirovekî dixwazim heqîqet li bara dîrokê eşkere bibin, yanî dixwazim di şexsê min de rastî eşkere bibin."    Pîr, di danişînê de tîne ziman ku ew ferdekî malbateke xizan e û tahdeya pergala kapîtalîst a li Tirkiyeyê ya li hemberî gel, newekhevî û kedxwariya ji ber vê pergalê û tahdeya dewletê ya li hemberî şoreşgeran tîne ziman û destnîşan dike ku di rewşeke wiha de naskirina cîhanê ne bes e, divê bê guherandin jî.    SERKETIN   Pîr, destnîşan dike ku wî hêza vê guherînê jî di PKK'ê de dîtiye û dibêje: "Li Kurdistanê tevgera rizgariya neteweyî bû. Wê çaxê tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê, di sala 1974'an de, perçekirinê temsîl dikirin; lê ev tevger xwedî wezîfeyeke danberheviyê bû. Yanî anîna cem hev a şoreşgeran ji xwe re kiribû wezîfe. Ev tevgera ku di 1972'yan de çêbû û niha wekî tevgera PKK'ê tê naskirin, ne tevgerek bû, bizaveke bîrdozî û siyasî bû. Ev tevger danberhevî ji xwe re kiribû wezîfe, danberhev bû û di pêşeroja wê de tiştek hebû, yanî tiştên serketinê. Hê jî heye, ez yeqîn dikim."    NEXŞEYÊN BI VÎNA GEL TÊN XÊZKIRIN   Kemal Pîr, di axaftina xwe ya dadgehê de bi taybetî destnîşan dike ku ji ber ku PKK ne tevgereke netewperest bû tevli nav bûye û di parastina xwe de li ber nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn a bi destê emperyalîstan hatiye xêzkirin radibe.    Pîr dibêje: "Nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn, nexşeyeke siyasî ya ji aliyên bûrjûvayên tevkarên emperyalîzmê, komprador û feodalan ve hatiye xêzkirin. Ev nexşe, ne nexşeyeke antî-emperyalîst e. Ez nikarim wê qebûl bikim. Ez ehlê nexşeyekê wisa me ku bi vîna gelan hatibe xêzkirin."    Pîr, di berdewama parastina xwe de diyar dike ku heya nehatibû zanîngehê haya wî ji kurdan tune bûye û wekî kesekî ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê têdikoşe, xwestiye kurdan û Kurdistanê nas bike. Pîr, diyar dike ku piştî van lêkolînan biryar lê daye ku tevli PKK'ê bibe û bi vî awayî heqîqeta Kurdistanê ya hê jî bi polîtîkaya înkarkirinê re rû bi rû ye diparêze.    Diyalogên di navbera Kemal Pîr û dadgerê dadgehê albay Emrûllah Kaya de bi vî awayî ne:    “Dadger Emrûllah Kaya: Qesda te ya ji Kurdistanê ku derê ye?   Kemal Pîr: Ez ê vê jî rave bikim. Pêkanîna sînorên neteweyekê bi qadên ziman pêkan e. Bi qada berbelavbûna ziman pêkan e. Li cîhanê hêla wê ya asayî ev e. Di warê zanistî de jî wisa ye. Li Ewropayê avakirina dewletên neteweyî bi vî awayî çêbûne. Lê ji ber ku niha li seranserê cîhanê emperyalîzm heye, newekehevî jî heye û sînorên netew-dewletan jî ne wekhev in. Yanî sînorên siyasî bi awayekî nekwehev hatine xêzkirin. Li di çarçoveyeke asayî de, gava em lê mêze bikin, sînorên welatekî bi qadên wê yên zimanî esas tên girtin. Qada ku ziman lê belav bûye sînorê wê neteweyê ye. Lê sînorê siyasî dibe ku cuda be. Ger dewlet dewletek dagirker be, sînorên wê dibe ku mezintir bin. Ger dewletek, neteweyek qels be û bûrjûwaziya neteweyeke din wê bieciqîne, ew dikare ewk bike. Jixwe tirk kurdan naeciqînin, yanî hêza ku li Kurdistanê serdest e, bûrjûvaya tirk e, ne gelê tirk e. Li Kurdistanê tu berjewendiyeke gelê tirk û kedkarên tirk tune ye. Tu mifha me di statuya wê ya dagirkirî de tune ye. Tu mifha me xizanan di vê statuyê de tune ye. Tew zirar e ji bo me. Ji lew re gava keda mirovên Kurdistanê û serweta wan a binerdî tê Tirkiyeyê, dijminên me yên çînî xurtir dibin û ji ber ku pir xurt dibin, mirovên ji vir diçin di fabrîkeyên me de dixebitin û ev dibin artêşeke kedkaran a yêdek. Patron me ji kar derdixin, li Tirkiyeyê. Tu mifha me tê de tune ye, zirar e. Rewş ev e. Lewma di navbera rizgarkirina neteweyî û tevgerên Rizgarkirina Neteweyî ya Kurdistanê û tevgera şoreşger a Tirkiyeyê de pêwendiyek heye. Ji ber ku min yeqîniya xwe bi vê pêwendiyê aniye û yeqîniya xwe bi biratiya van her du gelan aniye, ehlê dewletên mezin im li Rojhilata Navîn; dewletên bê çînên serdest, dewletên ku çînan ji holê rakin. Lê ez ehlê dewletên mezin ên li ser asasên wekhevî û azadiyê me. Ez ehlê dewletine mezin ên bê çînên bûrjûva, bê çînên serdest, bê feodal û bê kompradora me.   Dadger: Min pirsek ji te pirsî. Min got 'Qesda te ya ji Kurdistanê ku derê ye?' Te jî got, 'bi ziman'. Ev ziman li ku derê tê axaftin.    Kemal Pîr: Qada berbelavbûna zimanê kurdî sînorê qethî yê Kurdistanê ye.    Dadger: Ev der ku derê ye?   Kemal Pîr: Ev der Dîlokê dihewîne, Mereşê dihewîne, qismek Sêwazê dihewîne, ji wir heya Erziromê, qismek Qersê û ewka wê ya têkildarî beşa Tirkiyeyê wisa ye. Qada berbelavbûnê ya vî zimanî ev der e. Bi awayekî xwezayî..."