Li ser sînorê Sûriyeyê eskerekî jiyana xwe ji dest da 2021-11-26 09:33:37 KÎLÎS - Di pevçûna li ser sînorê Sûriyeyê yê Kilîsê de çawişê pispor Savaş Dînç, jiyana xwe ji dest da.    Hat diyarkirin ku di navbera eskerên li Qereqola Sînor a Hîlaltepe ya li ser sînorê Sûriyeyê yê Kilîsê û komekê de pêvçûn derketiye. Çawişê pispor Savaş Dînç ê di pevçûnê de giran birîndar bû, bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê. Dînç, di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dînç ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Dîlokê.