Derket holê ku bapîrê Muslumeyê bavê wê ye 2021-11-26 09:11:38   MÊRSÎN - Derket holê ku bapîrê Muslume Yagal a li navçeya Gulnarê piştî windabûna 10 rojan bi awayekî biguman mirî hatibû dîtin Hasan Yagal bavê wê ye.    Muslume Yagal a 3 salî ku li navçeya Gulnarê ya Mersînê winda bûbû, piştî 10 rojan bi awayekî biguman mirî hatibû dîtin. Ji ber mirina Yagal bapîrê wê Hasan Yagal hatibû girtin. Di encama testa DNA’yê ya Yagal de derket holê ku bapîrê wê Hasan Yagal bavê wêye.