4 rojnamevanên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2021-11-25 22:30:08   NAVENDA NÛÇEYAN - 4 rojnamevanên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin, bi bedêla 2 milyon dînarê Iraqê hatin berdan.   4 rojnamevanên ku li Silêmaniyê dema çalakiyên xwendekaran dişopandin hatibûn binçavkirin, bi bedêla 2 milyon dînarê Iraqê hatin berdan. Asayîşa Silêmaniyê bi bedêla 2 milyon dînarê Iraqê nûçegihanê Rojnewsê Berhem Latîf, Birwa Eshad û nûçegihanên qenala Alaraqê Ebas Mihemed û nûçegihanê qenala Elbaxdadê Rahan Macîdê ku 2 rojan di binçavan de bûn berda.