Ji bo Ocalan serî li rêxistinên sivîl hat dayîn 2021-11-25 15:54:43   STENBOL - Parêzeran, ji bo rewşa muwekîlên xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku 8 meh in agahî ji wan nagirin serî li rêxistinên sivîl dan.    Parêzerên Buroya Asrinê, piştî serlêdanên xwe yên Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, Meclis û Wezareta Edaletê, ji bo rewşa muwekîlên xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin şertên tecrîdê de girtîne û 8 meh in agahî ji wan nagirin serî li rêxistinên sivîl û hiqûqî dan.    Parêzeran serî li Komeleya Rêxistinên Sivîl a di Pergala Înfaza Cezayê de (CÎSST), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Şopandina ji bo Mafên Wekhev (ESHÎD), Navenda Bîrê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê (TOHAV), Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dan û xwestin ku daxwaza lêkolîna di cih de bikin.    Parêzeran ji rêxistinan daxwaz kir ku ji bo pêşîvekirina serdanên parêzer û malbatê yên Îmraliyê bikevin nav hewldanan û peywira xwe ya mafê mirovan bi cih bînin.    SERÎ LI BAROYAN JÎ DAN   Her wiha parêzeran bi heman armancî serî li Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û baroya Edene, Semsûr, Enqere, Antalya, Êlih, Çewlik, Bedlîs, Bûrsa, Dersim, Amed, Edîrne, Xarpêt, Erzirom, Eskîşehîr, Dîlok, Colemêrg, Stenbol, Îzmîr, Qers, Mêrdîn, Mersîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Riha, Tekîrdag, Trabzon û Wanê jî dan.    Parêzeran, di serlêdana xwe ya baroyan de bi bîr xistin ku baro ji bo serweriya hiqûqê û parastina mafê mirovan berpirsyar in û xwestin ku ji bo hevdîtin li Îmraliyê werin kirin bikevin nav hewldanan.