Ji wêneyên Ocalan beraet kir 2021-11-25 13:57:01   RIHA - Alî Cîn ku ji ber ku wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser hesabê xwe yê medya sanal parve kiribû derbarê wî de doz hatibû vekirin, beraet kir.    Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê, di meha gulanê de polisan bi ser mala Alî Cîn de girtibûn û bi hinceta ku di sala 2015'an de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser hesabê xwe yê medya sanal parve kiriye binçav kiribûn. Piştre bi angaşta "endamtiya rêxistinê" û "pezindayîn sûc û sûcdar" doz li Cîn hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya doza Cîn li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê hat dîtin. Cîn û parêzerê xwe Mûstafa Vefa li danişînê amade bûn. Cîna, di danişînê de parastin kir û da zanîn ku parvekirin ên wî ne.    Piştî ku parêzerê Cîna Mûstafa Vefa jî parastina muwekîlê xwe kir dadgehê derbarê Cîn de biryara beraetê da.